Şêniyên Qamişlo li hember êrîşan daketin qadan
Êrîşên dewleta Tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giranî dewam dike, bi dehan navendê xizmetguzariyê hatin ruxandin, heya niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan birîndar hene. Berteka şêniyên herêmê li hember êrîşan bilind dibin.
Qamişlo- Ji 23’ê Kanûna 2023’an ve dewleta Tirk êrîşên hewayî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybet Kantona Cizîrê bi mûşekên ji balafirên şer û dronan pêk tîne. Heta van kêliyan ev êrîş bi giranî dewam dike. Stasyonên petrolê, elektrîk û saziyên xizmetguzariyê yên Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Kobanê û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn armanc.
Stasyonên petrol û elektrîkê ji xizmetê derketin
Li gorî agahiyên ku ji aliyên berpirsyar ve hatibûn girtin, ji ber topbarana dewleta Tirk nêzî 2500 gund li Kantona Cizîrê bê elektrîk mane, çend stasyonên sereke yên petrol û elektrîkê yên Dêrik û Tirbespiyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xizmetê derketine.
Di nav wan de jin, komkujî li Qamişlo pêk hat
Li aliyekî din, di encama van êrîşan de heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan birîndar hene. Li gorî agahiyên ku ajansên xwecihî yên li herêmê belav kirine, di encama êrîşeke li ser Çapxaneya Sîmav a pirtûkan a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Zêber a 30 salî ku li çapxaneyê kar dikir, jiyana xwe ji dest da.
Ev êrîşa 2’emîn e di nav salekê de
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev cara 2’emîn e di nava salekê de ku êrîşên bi heman rengî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Berî salekê jî êrîşeke wiha pêk hat, lê hîna jî cîhan rola bêdengiya xwe diparêze.
Ji ber van êrîşan bertek û helwest bilind dibin ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û partiyên siyasî û hêzên leşkerî ku tê de bi tundî van êrîşan şermezar dikin û destnîşan dikin ku ev êrîş rewşa mirovî û ewlehî ya herêmê kambax dike û dibe sedema geşkirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê.
Gel li qadan e
Li hêleke din bertek û helwesta şêniyên herêmê bilind dibe, ji duh ve gel li ser piya ne, gel berê xwe da nexweşxaneyê bajaran ji bo dayîna xwînê ji birîndaran re, di heman demê de meşên girseyî li dar dixin. Îro jî bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bi tundî kiryarên dewleta Tirk û bêdengiya cîhanê şermezar kirin.
‘Zivistan e, êrîş rewşa şêniyan xirab dike’
Guça Çaçan ji bajarê Qamişloyê beşdarî meşê bûye, helwesta xwe ya tund wiha nîşan dide: “Dewleta Tirk êrîşî sivîlan dike, cihên xizmetguzarî û binesaziyê dike armanc. Em di demeke xirab re derbas dibin, niha zivistan e û sar e, armancgirtina binesaziyê dihêle ku rewşa gel xirab bibe. Eger ev êrîş neyên rawestandin, dê zarokên me ji serma bimrin.”
‘Em gav paş de navêjin’
Di heman çarçoveyê de, Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Perwîn Yûsiv destnîşan kir ku ew rojane bi êrîşên Tirkiyê re rûbirû ne. Perwîn Yûsiv da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan valakirina herêmê ye û got: “Di demekê de ku gel xwe birêxistin dike û hevpeymana civakî ketiye meriyetê de, dewleta Tirk êrîş dike. Dixwaze ku gel birçî bihêle, lewma xizmetguzariyê armanc digire. Ne êrîş, ne dagirkirin û ne jî gefên Tirkiyê yên berdewam dikare ku vîna me bişkîne.”