Gelê Mûşê qedexe nas nekir Newroz pîroz kirin û gotin: Muxatap Ocalan e

Gelê Mûşê ku biryara walîtiyê ya qedexeya pîrzobahiyê nas nekir, li ber deriyê buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê kom bûn pîrozbahî li dar xistin gotin: “Muxatap Ocalan e.”

Navenda Nûçeyan- Gelê Mûşê biryara walîtiyê ya qedexeya pîrzobahiyê nas nekir li pêşiya buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li Taxa Yeşîlyurta Mûşê kom bû, pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, namzedên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Mûşê Tuba Sayilgan û Sirri Soylemez, parlamenterên DEM Partiyê yên Mûşê Sumeyye Boz û Sezaî Temellî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevli bûn. Qada pîrozbahiyê bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin û gelek welatî bi cil û bergên Kurdewar tevli bûn. Tevî barana zêde jî qad tije bû welatiyan demeke dirêj govend gerandin.

 ‘Azadiya Ocalan azadiya gelan e’

Di pîrozbahiyê de welatiyan gelek caran li çepikan xistin, tililî avêtin û dirûşm berz kirin. Her wiha pankartên “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve”, “Dema jinan vîna jinan Dem jiyan e” û “Her dem berxwedan her dem azadî” hatin vekirin. Li hêla din dovîzên “Newroz azadî ye bi ruhê Rehşanan” û “Newroz pîroz be” hatin hilgirtin. Welatiyan gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên Mûşê li ser dikê hatin vexwendin û gel silav kirin.

Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Atasoy di pîrozbahiyê de axaftineke kin kir û got: “Ronahî, berxwedan û mizgîniya Newrozê tu caran ji ser me kêm nebe. Me jî bi salan Newrozê bi serkeftineke mezin li qadan pîroz kir.” Namzedên Mûşê Tuba Sayilgan û Sirri Soylemez jî girîngiya Newrozê vegotin û Newroz li her kesî pîroz kirin.

Piştî axaftina namzedan, parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz nirxandinên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend.

‘Muxatab Abdullah Ocalan e’

Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Destpêkê Newroza gelê Kurd pîroz kir û piştre bertek nîşanî astengkirina Newrozê ji aliyê walîtiya Mûşê ve da û wiha got: “Em ê rê nedin kesên dixwazin pêşiya me bigrin. Dê gelê me teslîmî niyetên xerab û hesabên xelet nebe. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe, bi îradeya xwe qadên Newrozê tije dike. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd qad tije kir. Muxatabê sereke yê pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê Abdullah Ocalan e. Em çareseriyê dixwazin. Muxatabê me yê esasî Ocalan e. Em ê pêşî li vî şerî bigirin.  Şerê taybet ê dewletê bi salane li dijî gelê kurd dimeşîne. Ev bi sedan sala ye hûn heman tiştan dikin. Lê wê nekarin serî bi gelê kurd bidin tewandin. Her ku gelê kurd aştî parast, hûn jî bûn alîgirên şer. Lewma roj roja çareseriyê ye. Roj roja rabûna ser pêyan a gelê kurd e. Roj roja Mûşê ye. Dixwazin bi bêexlaqiyê pêşiya me bigirin lê dê nekarin bi ser kevin.”

‘Em ê bi hev re Mûşê û navçeyên wê bi mohra DEM Partiyê bixemilînin’ 

Keskîn Bayindir der barê hilbijartinên 31’ê Adarê de wiha got: “Divê em lez bidin xebatên xwe. Gelo hûn amade ne ku em bersivê bidin wan? Divê em her roj, her saet, her saniyeyê li dijî van bêexlaqiyan bixebitin. Mesele ne şaredarî ye. Mesele pirsgirêka Kurd e, mesele neheqî ye, bêexlaqî ye, bêhiqûqî ye. Ji vê saetê û şûnde yên li gel vê zilmê cih digrin, şirîkên van komkujiyan in. Ez bang li kesên heta niha nehatine gel me dikim; ji vê saetê û şûnde destên xwe bidin aştî û xwişk-biratiyê. Banga min ji bo her kesê ye. Em ê li gel we Mûşê û navçeyên wê bi mohra DEM Partiyê bixemilînin. Ev kelecan û coşa we dê bi Mûşê bide qezenckirin.”

Piştî axaftinan jî hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Nûray Balik û Arhat derketin ser dikê. Welatiyan li ber stranan tililî avêtin, govend gerandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.