Gelê Kobanê: Emê bi şerê gelê şoreşgerî dawî li faşîzim û îxanetê bînin

Bi hezaran ji şêniyên kantona Kobanê li dijî bombebaran û êrîşên dewleta tirk yên li ser Kobanê meşiyan.

 
Kobanê- Dewleta tirk di 20 û 23`ê Cotmehê de bi riya balefirên bê mirov (SIHA) du êrîş pêk anîn. Di êrîşa 20'ê Cotmehê de ku li pêşiya meclîsa edaleta civakî li taxa Kobaniya Nû pêk hat, di lesên sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 3 birîndar bûn. Di êrîşa 23'ê cotmehê de ku li ser riya Kobanê û Heleb pêk hat, 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk jiyana xwe ji dest dan. Li rex van êrîşan gefên dewleta tirk û tevgera balefirên bê mirov yên li ser herêmê ranawestin. 
Di vê çarçoveyê de bi hezaran ji şêniyên kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û partiyên siyasî di bin silogana "Bi têkoşîna gelê şoreşger emê îxanet û faşîzmê têk bibin" li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmê meşiyan. 
Gel li qada Jina Azad kom bûn û bi hilgirtina pankartên bi nivîsên ku êrîşan şermezar dikin, wêneyên canogriyên azadiyê û kesên ku di bombebarana dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha berzkirina diruşmên "Berxwedan jiyane", "şehîd namirin" û "bimre îxanet" ber bi qada Aştî ve meşiyan û rawestiyan.
Ji bo bîranîn cangoriyên azadiyê gel deqeyek rêzgirtin sekinîn. Pişt re endama kordînesyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl axivî.
Mizgînê peyama şêniyên Kobanê wiha raghand: "Dewletên navnetewî konspeteke nû destpê dikin. Çawa ku komploya navnetewî li ser rêber Apo çêkirin, îro careke din li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman komplo dewam dike. Ev 5 êrîşên hewayî ne ku li Kobanê çêdibin. Êrîşa ku di 20`ê Cotmehê de çêbû, di roja salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê bû. Ji ber ku Kobanê wargeha şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û tunekirina DAIŞ`ê jî ji vir destpê kir, dewleta tirk dixweze ewlehiya herêmê têk bibe. Em weke gelê Kobanê dibêjin, çawa ku me DAIŞ` di Kobanê tune kir emê careke din bi berxwedanî û têkoşîna gelê şoreşger dawiyê li faşîzma dewleta tirk û îxanetê bînin."
Jinên ku beşdarî meşê bûn, bertkên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
"Em dest ji axa xwe bernadin"
Emîne Şêhan hêrsa xwe ya li hember êrîşan wiha anî ziman: " kombûna me li dijî êrîşên dewleta tirk e. Dewlta tirk her çend rojan cihekî bombebaran dike, ma qey ev kesên ku jiyana xwe ji dest didin kî ne? Ma ne ew zarokên vê axê ne. Lê em dizanin ku dewleta tirk dixweze armancên xwe yên ku bi riya çeteyên DAIŞ`ê pêk nehatin, îro bi cih bîne. Em şêniyên vê herêmê ne, ji ber vê emê tu carî netirsin û dest ji axa xwe bernedin."
"Vîna me naşke, emê li berxwe bidin"
Her wiha Selwa Şêx Mûs wiha got: "Ez sersaxiyê ji malbata kesên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, dixwezim. Dewleta tirk hewil dide ku vîn û baweriya me bişkîne. Ez weke jineke ji Kobanê dibêjim, dewleta tirk çiqas êrîş bike, ezê ji bajarê xwe dernekevim. Me ji bo rizgarkirina Kobanê bi sedan şehî dan, ji ber vê ewqas ne hêsane ku dewleta tirk êrîş bike. Hêzên Rûsiya û Emerîka  ji bo berjewendiyên xwe li virin û ew li ser me bazirganiyê dikin. Her wiha hinek kesên xwe firoş ku sîxortiyê ji dewleta tirk re dikin, bese ku êdî hûn welat û gelê xwe bifroşin."