Gelê Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojava

Gelê Başûrê Kurdistanê ku ji bo piştgiriya Rojava birê ket, sînor derbas kir û gihîşt Rojava.

Navenda Nûçeyan- Ji danê sibê ve ji bo tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibin, ji seranserê Başûrê Kurdistanê bi sedan kesan berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê.
Ji bo pêşwaziyê jî gelê Rojavayê Kurdistanê li ber deriyê sînor li benda gelê Başûr bû.

Li gorî agahiyan karwanek ji gelê Başûrê Kurdistanê di van kêliyan de de sînor derbas kirine û gihîştine Rojavayê Kurdistanê.

Kelecan û coşa di wan kêliyan de hêjayî dîtinê bû.