‘Em ji berxwedanê re amade ne’
Îlham Ehmed, Foza Yûsif û Sozdar Dêrik, li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga mezinkirina seferberiyê kirin. Di daxuyaniyên pêşengtiya jinan de, hate destnîşan kirin ku divê êrîş werin rawestandin û berxwedana gel belav bibe.
Navenda Nûçeyan- Di demekî ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin de, sê fermandarên jin ên şoreşger bi bangekî berxwedanek hevpar bang li gel kirin. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif û Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Sozdar Dêrik, diyar kirin ku êrîş ne tenê leşkerî ne, polîtîkayek tunekirinê ya li dijî hebûna gel û destkeftiyên jinan e û destnîşan kirin ku pêdivê seferberiya giştî bê mezin kirin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo rawestandina êrişên li ser Kurdan û parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan, her wiha ji bo vegera li maseya diyalogê banga lezgîn kir.
Îlham Ehmed, di civîneke çapemeniyê ya bi rêya Zoomê de got, li Hesekê kombûna herî mezin a çeteyan heye. Her wiha hişyarî da ku ev yek riskeke mezin li ser ewlehiya cîhanê çêdike. Îlham Ehmed, bi bîr xist ku gelê Kurd ê bi hezaran berdêl dan, niha bi tenê hatiye hiştin.
Îlham Ehmed, diyar kir ku serokê rêveberiya demkî Ehmed El Şera şertên rakirina cezayan li ser Sûriyeyê bi cih neanîne û got, baweriya gelê Kurd bi hêzên ku DAIŞ’ê di nav wan de hene, nayê.
Foza Yûsif: Roj roja rûmeta neteweyî ye, roja parastina nirx û destketiyên jinê ye
Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif jî, tevlî bernameya taybet a JIN TV bû û destnîşan kir ku gel divê hîn bi xurtî bersivê bide banga seferberiyê. Foza Yûsif, wiha got, "Roj roja rûmeta neteweyî ye, roja parastina nirx û destketiyên jinê ye."
Foza Yûsif, diyar kir ku HTŞ bi biryar e ku şer dewam bike û ragihand ku ji bo pêşî li rijandina xwînê bigirin wan gelekî hewl dan. Foza Yûsif, anî ziman ku li gel Şamê hêzên herêmî ji bo dewamkirina şer hem sor dikin hem jî piştgiriyê didin û got, "Şer jî dimeşînin."
Foza Yûsif, diyar kir ku metirsiyên cidî dewam dikin bal kişand ser biçekbûna hemû beşên civakê û girîngiya xweparastin û berxwedana li hemberî êrişan kir.
‘Divê şerê gel pêk were û gel xwe biparêze’
Foza Yûsif, destnîşan kir ku şer gelekî berfireh e û got, "QSD an jî YPJ nikare ji binê vê rabe, divê şerê gel pêk were û gel xwe biparêze."
Foza Yûsif, ragihand ku çalakiya îro li Nisêbîn pêk hat girîng bû, metirsî mezin e û got, "Ji bo pêşî li êrişên qirkirinê bê girtin divê em bi milyonan mirov li hev kom bibin. Çalakiyên weke îro divê dewam bikin û gelê me bê Rojava." Her wiha bang kir ku heta encamgirtina berxwedana Rojava 24 saetan piştgirî ji Rojava re bê dayin.
‘Gel û jinên Kurd di bin gefa qirkirinê de ne’
Foza Yûsif, diyar kir ku gel û jinên Kurd di bin gefa qirkirinê de ne û got, "Dixwazin jinan li dema DAÎŞ'ê vegerînin. Divê jin xwedî li sîstem û destektiyên jinan derkevin. Divê her kes dengê xwe bi dengê jinên Rojava re bike yek."
Sozdar Dêrik: Em ji berxwedanê re amade ne
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarê Kobanê li Qada Jin a Azad bi beşdariya gel daxuyaniyek dan. Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Sozdar Dêrik daxuyanî da û got, "Ey gelê Kobanê yê welatparêz, em ji berxwedanê re amade ne."
Sozdar Dêrik anî ziman ku weke şervanên azadiyê di serî de ciwanên li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bang li gelê li Ewropa bi taybetî jî li Kobanê kirine ku piştgiriyê bidin gelên xwe. Sozdar Dêrik, destnîşan kir ku bi yekîtî û piştevaniyê ew ê karibin dijminên xwe têk bibin û got, "Bi rastî jî me heta roja îro dijminên xwe şikand."