Gelê Amedê li dijî talana xwezayê ya dibin navê ‘lêgerîna petrolê’ nerazîne

Li Amedê di van salên dawî de talana xwezayê ku bi navê lêgerîna petrolê hatî destpêkirin, bi navçeya Pasûrê re berdewam dike. Li navçeyê ji bo riya ku diçe qada sondajê bi hezaran dar hatine birîn gel bi gotina: “Em ê xaka xwe bernedin” bertek nîşan dan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Ev 5 sal e ji aliyê Hevkariya Anonîma Petrolên Tirkiye (TPAO) ve li Hezro, Farqîn û Lîce ya Amedê xebatên lêgerîna petrolê hatiye destpêkirin, bi navçeya Pasûrê berdewam dike. Li bajar dibin navê lêgerîna petrolê, de xweza tê talankirin. Baroya Amedê û rêxistinên civaka sivîl di daxuyaniya ku 26’ê Nîsana 2024’an dayî de diyarkiribûn ku di nava 5 salên dawî de li Amedê zêdeyî 200 xebatên lêgerîna petrolê û derxistinê yê sahayê hatine kirin, sahayên ku lêgerîn lê tên kirin, li ser eraziyên çandiniyê yên bajar û qadên daristan tê kirin û di nava 5 salên dawî de ji ber xebatên lêgerîna petrolê û derxistinê, windahiyên qadên çandiniyê bûye 35 hezar hektar. Li navçeya Pasûrê ji bo lêgerîna petrolê ku eraziyek mezin ya çandiniyê digre nava xwe, çêkirina riyan destpê kir. Wezareta Çavkaniyên Tabîî û Enerjiyê di çarçoveya projeya ‘projeya 2B ya Çirali’ hewl dide hejmarek zêde ya qadan bi lêgerîna sîsmîk re sondaja petrolê ava bikin. Gelên herêmê li dijî talana xwezayê ya tê jiyîn bertek nîşan dan, fikarên xweyên dibin navê lêgerîna petrolê de avakirina xalên nû yên qereqolan anîn ziman.

Li gundê Temîran ya navçeya Pasûrê bi navê çêkirina rê, dest bi birîna bi sedan daran kirine, hate zanîn ku li navçeyê wê li 20 qadan sondajan çêbikin, di rojên borî de bi gundiyan re civîn hatiye çêkirin û ji wan re wê ziyanê nedin xwezayê. Xebatên çêkirina rêya li qontarên çiyayê Lîs bi hemû leza xwe didome, qetlîama daran deye.

Qirkirina daran bi erêkirina wezîr tê kirin

Der barê mijarê de me bi rayedarên şîrketê re hevdîtin pêkanî, anîn ziman ku qirkirina daran bi destûr û erêkirina Wezareta Daristan û Çandiniyê tê kirin. Rayedarên şîrketê, gotin ku ji wezareta daristanê rayedar hatine herêmê reqema dosyayê girtine, gundiyên ku bertek nîşanî qirkirina tê jiyîn dan, bal kişandin ku birîna ku bi destûra wezaretê hatî kirin ne hiqûqiye. 

OHD û Baroya Amedê dê bibin şopdarê pêvajoyê

Ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo azadiyê (OHD), Komsîyona Ekolojî ya Şaxa Amedê û Komisyona Baroya hewirdor û bajar ya Amedê heyetek çûn herêma ku talan lê tê jiyîn û birîn, li cihê wê lêkolîn kir. Hiqûqnasên ku li gel gundiyan hevdîtin pêkanîn diyarkirin ku li dijî qirkirina eko ya di van salên dawî de pêşdikeve, wê li kêleka gel bin. Hiqûqnasan diyarkirin dibin navê petrolê de li dijî talana tê kirin wê pêvajoya hiqûqî destpê bikin û wê hûrgûliyên projeya petrolê bi zanin û wê bibin şopdarên pêvajoyê. 

Jinên li Mezraya Birazenya ya girdayî gundê Temîran ya ku birîn lê tê jiyîn, jiyan dikin, bertek nîşanî birîna daran dan. Jinan diyarkirin ku divê gel bên gel hev û li dijî talana xwezayê bêjin na û gotin: “Hê xebatên petrolê destpê nekiriye, ziyan da me, gundê me û ajalên me.”

‘Em ê xaka xwe nehêlin ji wan re’

Ji gundiyan Remziye Bayram diyarkir ku di sala 1994’an de ji ber şewitandina gundên wan neçar mane koç bikin û piştî bi salan cardin vegeriyan û jiyanek nû avakirin, niha jî bi gefa qirkirina eko re rû bi rûne û wiha got: “Em talan û vê petrole naxwazin. Bêyî xeber bide me û ji me pirs bikin vê xebatê didin meşandin. Di rojekê de li daristanê dar nehiştin. Em vê qebul nakin. Mane birçî û niha jî êrişî xakan dikin. Lê belê emê ne xak, ne jî darên xwe ji wan re nehêlin. Bila mirovên li vêderê jî rabin ser lingan. Ev dar û xak, xaka ku ji dayîk û bapîrên me mayîne ji mere. Divê em nedin van talankaran. Dibêjin petrol ziyanê nadin, lê hê nehatin ziyan dan me. Darên ku ji bo ajalên me û çavakaniya me ya jiyanê dibirin. Bi ziyan dayînê dixwazin me ji gundê me bi avêjin. Em vê qebul nakin. Çi dibe bila bibe emê li vêderê bin. Em vê projeyê jî qebul nakin.”

‘Navê vê talane’

Filiz Bayram bi van gotinan bertek nîşan da û got: “Ev ji xeynî talan û qirkirinê, ne tiştek dine. Bi sedan dar birîn û hê jî birîna wê berdewam dike. Ev dar ne yên kesê ne, dar û petrol ji bo wan hincete, ev demek dirêje vêderê dikin hedef. Li vî çiyayê bi armanca ewlehiyê her tiştî dikin. Xebera me jî petrolê nîne. Xebera me jê hebe jî em naxwazin. Bi vê petrolê ne av ne jî berhem dimîne. Divê li dijî vê talanê em bibin yek.”

‘Em qebul nakin’

Herî dawî Altun Odemîş ev tişt got: “Birîna li vêderê, dema min ajal di çêrand min dît. Pirskirin ku çima ez û ajalên xwe em li virin. Li gundê min ev pirs ji min kirin. Em weke jin em vê petrol û vê riyê naxwazin. Li dijî vê em ê têkoşînê bikin. Tu niyeta meya em terka gundê xwe û vêderê bikin tune ye. Daxwaza meya destpêkê rawestandina vê riyê û hê zêdetir dar neyê birîn e.”