'Gel bi bilindkirina têkoşînê bersiv da komployê'
Li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal derbas bû, Hevseroka Encumena Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî jî diyar kir ku bi bilindkirina têkoşînê li dijî komployê dibin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, dikeve sala 25'an. Hevseroka Encumena Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî hem pêvajoya komployê hem jî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan ji ajansa me re nirxand. Fewziya Ebdî diyar kir ku gelê Kurd bi salan e weke hemû gelên cîhanê ji bo jiyaneke azad û demokratîk têdikoşe û bal kişand ku di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de gelek gelan xwedî mafên girîng bûn, lê Kurd ji van mafan bêpar hatin hiştin.
‘Li dijî parçebûnê gel têkoşîna hebûnê da’
Fewziya Ebdî diyar kir ku erdnîgariya ku Kurd lê dijîn ji aliyê hêzên hegemonîk ve bûye çar parçe û got, “Piştî vê parçebûnê gelê Kurd dest bi têkoşîna hebûnê kir. Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan dest bi şoreşê kir. Di wê demê de ev rewş ji bo hêzên hegemonîk ên li cîhanê û dewletên ku Kurdistan kirin çar parçe, weke xeter dihat dîtin. Kurd niha dest bi axaftinên demokrasî û azadiyê kirin. Lê belê daxwazên Kurdan ji aliyê dewletên dagirker û serwer ve nehatin qebûlkirin. Bi taybetî dewleta Tirk digot, ji bo careke din li ber xwe nede, betonê dirijîne ser gelê Kurd.”
‘Kurd di her qadê de hebûna xwe îspat kirin’
Fewziya Ebdî bal kişand ser armanca komploya navneteweyî û wiha dewam kir: “Gelê Kurd betona ku li ser hat rijandin şikandin û dest bi têkoşîna rizgariya Kurdistanê kir. Bi berxwedanê re nasnameya Kurd li cîhanê dest pê kir. Di vê rewşê de hêzên hegemonîk berjewendiyên xwe li hev kirin û li dijî Rêber Apo komploya navneteweyî pêk anîn. Armanca vê komployê rawestandina şoreşa gelê Kurd, tinekirina hêviyên azadiyê yên gelê Kurd û bi vê re armanc ew bu ku nehêlin ku perspektîfên Rêber Apo bigihêjin gel. Dixwestin kurdan bikin tirk, faris, ereb. Xwestin di şexsê Rêber Apo de doza Kurd tune bikin. Lê bi komployê re şoreş xurtir û berfirehtir bû. Kurd êdî bi saya îdeolojiya Rêber Apo ji dewleta xwe ya berê rizgar bûne. Rast e, Kurd di wateya destûrî de nikarîbûn bibin xwedî nasname, lê di wateya jiyanî de Kurdan hebûna xwe îspat kir û li dijî hêzên hegemonîk berxwedaneke mezin nîşan da.”
‘Di her sedsalê de peymanên nû derdikevin holê’
Fewziya Ebdî işaret bi guhertinên sala 2011’an ên li Rojhilata Navîn kir û got, “Bi destpêkirina serhildana civakî ya di salên 2010-2011’an de, rewşa Rojhilata Navîn heta radeyekê guherî. Weke ku tê zanîn Peymana Lozan û Sykes-Picot a di navbera hêzên hegemonîk de sala xwe ya 100’emîn temam dike. Loma jî her sedsalê serdestî, proje û peymanên nû derdikevin holê. Heta em dikarin bêjin şerên cîhanê dest pê kirine. Li ser vê bingehê hêzên hegemonîk ji bo Rojhilata Navîn plansaziyeke nû diyar kirin ku navê wê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin kirin. Her çendî dinya bi yek destî were birêvebirin jî, di vê demê de gelek hêz derketine holê.”
‘Bi serhildanan re pirsgirêkên kurevî destpêkirin’
Fewziya Ebdî ya da zanîn ku bi serhildanên li Rojhilta Navîn re pirsgirêkû pevçûnên kurevî jî destpê kirin, axaftina xwe wiha domand: “Ereb ji vê serhildanê re gotin ‘Bihara Ereban’. Rêber Apo jî îşaret bi dehan gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn û mafên wan tê binpêkirin kir û li şûna ‘Bihara Ereban’ got ‘Bihara Gelan’. Me dît ku gelên mîna Kurd, Ermenî,Tirkmen, Suryanî bi awayekê çalak beşdarî serhildanê bûn. Bi wateyek rast em dikarin bêjin ku Bihara Gelan hat jiyîn. Ev serhildanên gelan ji bo hêzên serwer metirsî dan avakirin. Ji ber vê yekê hêzên hegemonîk ji dûr ve mudaxaleyê serhildanan kirin.
Li gor berjewendiyên xwe nexşeriyê diguherin
Îro Rojhilata Navîn ji aliyê van hêzan ve tê birêvebirin. Îro ji aliyê erdnîgarî ve em van hêzan li vir dibînin. Amerîka, Rûsya, Îran, Tirkiye, Îngilîstan, Fransa û hwd. welatên li Rojhilata Navîn hene. Ev hêz bi taybetî li Sûriyeyê cih digirin. Ev hêz naxwazin pirsgirêk çareser bibin, ji ber ku di vê demê de partiyek zelal a ku li cîhanê hukum dike tune. Sedsala nû li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, ji bo xêzkirina nexşeyê li gorî berjewendiyên xwe dixebite. Tecrîd û girankirina tecrîda li ser Rêber Apo bi tevahî bi vê ve girêdayî ye. Dema ku projeya Rojhilata Navîn pêk were wê rewşa tecrîdê, nakokiyên li Rojhilata Navîn, serhildanên Rojhilatê Kurdistanê, nakokiyên li Sûriye û Tirkiyeyê çareser bibin.”
‘Ew bi xwe zagonên xwe binpê dikin’
Fewziya Ebdî der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got, "Ji ber ku Rêber Apo girtiyê siyasî ye, mafê wî yê diyalogê bi derve re heye, lê dewleta Tirk û hêzên komploger ev mijar veguherandiye pirsgirêkeke siyasî. Dema Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin kir, nirxandin, analîz û pirtûkên xwe weke perspektîf ji gelê Kurd re dişand. Ev rewş ji bo dewleta Tirk û geşedanên cîhanê bû metirsî. Bi taybet dema serhildanên li Rojhilata Navîn dest pê kir, tecrîda li ser Rêber Apo jî dest pê kir. Dixwestin perspektîfên Rêber Apo negihêjin gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê. Ji bo vê rewşê gelek saziyên ku mirov dikare bi wan re têkilî daynin hene û yek ji wan jî CPT ye. Lê belê ev sazî berpirsyariya xwe bi cih naynin. Ev qanûn ji aliyê van saziyan ve hatiye dayîn. Lê di vir de nakokîyek mezin heye, ew bi xwe vê binpê dikin.”