Gefên kuştinê li Rojnamevan Rabîa Önver dixwin
Rojnamevan Rabîa Önver piştî ku nûçeyek li ser angaştên avabûnên DAIŞ û Hizbullahê weşand, gefên kuştinê lê tên xwarin.

Navenda Nûçeyan – Nûçegîhana JINNEWS’ê Rabîa Önver, li ser îdiayên avahiyên DAIŞ û Hizbullahê yên li çend gundên navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrgê nûçeyek weşand. Piştî nûçeyê, gelek kesan li ser înternetê Rabîa kirin hedef û gefên kuştinê lê hat xwarin. Ji ber gefan, Rabîa Önver serî li Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.
Rabîa Önver dê bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê jî bide û li van kesan gilî bike.