Freedom House di kampanya xwe de cih da Safiye Alagaş
Freedom House, kampanyaya ‘Înîsiyatîfa ji Girtiyên Siyasî re Azadî’ da destpêkirin û di kampanyayê de bal kişandin li ser girtina Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş.
Navenda Nûçeyan- Hewldana Girtiyên Siyasî Freedom House, Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Siyasî re Azadî kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de cih dan Midûra Karên Nivîsan a Safiye Alagaş ku di 16’ê hezîrana 2022’yan de li Amedê hatibû girtin. Di çarçoveya girtina Safiye Alagaş di bin sernavê “Bûyerên sembolîk ên girtiyên siyasî” hat girtina dest.
Freedom House li ser malpera xwe ya medyaya dijîtal di derbarê pêvajoya girtina Safiye Alagaş û binpêkirinên li girtîgehan tê jiyan kirin agahî parvekirin.
JINNEWS di hedefa dozgeran deye
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Safiye Alagaş bi rojnamegerên jin ên di heman dîrokê de hatine girtin re li heman odeyê dimîne û odeyên wan 24 saetan bi kamerayan tên şopandin. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Destûrê nadin tu pirtûkên ku ew dixwaze. Bi qasî tê xwestin sabûn û şampuanê nadin rojnamegeran. Ev jî bi xwe re mercên nebitendurist tîne. Protestoyên li dijî vê rewşê jî bi lêpirsînên disiplînê biencam dibin. Di demên berê de jî bi sedema ku Safiye Alagaş û hevalên wê yên hucreyê di hucreya xwe de stran gotin û reqisiyane, cezayê disîplînê lê hatibû birîn. Ji ber vê sedemê nehiştin mehekê peywendiyan bi derve re deyne.” Freedom House, bal kişand ser zextên li beramberî li gel Safiya Alagaş, 15 rojnamegerên ku hatine girtin û da zanîn ku xebatkarên JINNEWSÊ hertim di hedefa dozgeriyê dene.”
‘Armanca me ya sereke azadiya meye’
Freedom House, da zanîn ku Safiya Alagaş di nameya ku ji bo wan nivîsandiye bal kişand li ser destdirêjiyên li girtîgehê û binpêkirinên heyî û nameyê Safiya Alagaş wiha parve kir: ““Me jinan sozên bêdeng dan. Me sozên xwe qîriyan, me li nava çavê hev nihêrt û soz da; heta ku em cihê xwe yê di nava civakê de dibînin jî dê dev ji têkoşînê bernedin. Heta ku em azad dibin jî dê nebêjin bes e. Armanca me ya sereke azadiya me ye.”