Fransa biryara dersînorkirina çalakvana Filistînî da

Li ser biryara Dadgeha Îdarî ya Parîsê ya rawestandina biryara dersînorkirinê ya Wezareta Karên Navxweyî, Şûraya Dewletê biryara dersînorkirina aktîvîsta Filistînî Meryem Ebû Daqqa ji welêt erê kir.

Navenda Nûçeyan - Encûmena Dewletê ya li Fransayê biryara dersînorkirina endama Eniya Gel a Rizgariya Filistînê Meryem Ebû Daqqa pesend kir û biryara Dadgeha Îdarî ya Parîsê ya ku 'dersînorkirin hatibû rawestandin’, betal kir.

Meryem Ebû Daqqa ya 72 salî, di dawiya Îlona borî de bi awayekî qanûnî derbasî Fransayê bû da ku beşdarî konferansên cuda yên li ser nakokiyên Îsraîl-Filistînê bibe. Şûraya Dewletê ku saziya dadweriya îdarî ya herî bilind a welêt e, di şîroveya xwe ya derbarê biryara roja Çarşemê 8’ê Mijdarê de got, "Mafê Wezîrê Karên Hundir heye ku piştrast bike ku Dadgeha Îdarî ya Parîsê di dozê de xeletî kiriye."

Meryem Ebû Daqqa yê li benda pêkanîna biryara dersînorkirinê ye, dê heta dawiya vê Mijdarê li herêma Bouches-du-Rhone (li başûrrojhilatê welat) di hepsa malê de bimîne.