Fransa 32 zarok û 15 jinên ji malbatê DAIŞ’ê wergirt
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji malbatên DAIŞ’ê 32 zarok û 15 jin radestî heyeta Fransayê kirine.
Navenda Nûçeyan – Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtinên xwe yê bi heyeta dîplomatîk a Fransî ku bi rêveberiya berpirsê karûbarên kirîzan a hikûmeta Fransayê Stephan Romatet re hatine heremê û encamên vê hevdîtinê ragihand.
Şande ji aliyê cîgirên hevseroketiya daîreyê Fener El Giêt û Robêl Biho, endamê Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîm û endama Nivîsgeha Têkiliyan a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.
Fener El Giêt bixêrhatina şandeyê kir û teqezî bi xurtbûna têkiliyên hevbeş û rola Fransayê di herêmê û çareserkirina kirîza Sûriyê de kir, her wiha hin mijarên din wek pêşxistina herêmê di aliyê siyasî û aborî de hatin nîqaşkirin.
‘Fransa hevkara we ye’
Fener El Giêt destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dê bi Fransayê û hemû dewletan re bibe alîkar ku dixwazên welatiyên xwe yên malbatên DAIŞ'ê bibin.
Her wiha, Stephan Romatet Rêveberiya Xweser spas kir ku bi wan re hevkar e û got: "Fransa hevkara we ye û em dixwazin di warê diyaloga siyasî û pêşkêşkirina alîkariya mirovî de bi we re bibin alîkar."
Di dawiya hevditînê de, şandeya Fransayê 32 zarokan û 15 jinan piştî îmzekirina belgeke fermî bi Rêveberiya Xweser re, wergirtin.