Foruma Navdewletî ya Jinên Cezayîrê banga pêkanîna prensîba wekheviyê kir
Jinên ku beşdarî Foruma Navdewletî bûn teqez kirin ku pêwîst e hin guhertin di qanûna kar a Cezayîrê de çêbibin.
Cezayîr – Foruma Navdewletî ya Jinên Cezayîrê ku du rojan li Cezayîrê hat lidarxistin, di 13'ê Kanûnê de bi dawî bû. Foruma ku ji aliyê Konfederasyona Giştî ya Saziyên Cezayîrê ve hat organîzekirin û tê de zêdetirî 3 hezar sazî û dezgeh beşdar bibûn, çalakiyên xwe bi gelek pêşniyarên banga pêkanîna prensîba wekheviya zayendî li ser kar û pêwîstiya lihevkirina sîstema kotayê ji bo jinan di warên cuda de, bi dawî kir.
Jinen beşdarî Forûmê bibûn teqez kirin ku pêwîstî bi guhertinên di qanûna kar a Cezayîrê de heye da ku di warê kar de derfetên wekhev bikevin bin temînatê û erkên berpirsyariyê bi cih werin.