Fîlmê "Fî El-Muntesef" a derhênera Yemenî Meryem El-Zebhenî xelat girt
Belgefîlma Fî EL-Muntesef a derhênera Yemenî Meryem EL-Zebhenî xelata Romayê ya belgefîlmên kurt ku wekî baştirîn wênekêşiya sînemayî tê dîtin girt. Zebhenî got: “Min xwest rastiya ku li ser erdê çêdibe dûrî wêneyê ku em ji mirovahiyê xistine ragihînim.”
NÛR SERIB
Yemen - Fîlma derhênera ciwan a Yemenê Meryem EL-Zebhenî gelek xelat wergirt. Di nav wan de xelata baştirîn belgefîlma di mîhrîcana sînemayî ya Ecyal de li paytexta Dehwayê her wiha xelata mîhrîcana Navneteweyî ya Fort Mayrz Biytş li dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê girt û wekî baştirîn fîlm hat xelatkirin. Xelata taybet a dadweran ji bo baştirîn belgefîlm li mîhrîcana sînemayê û xelata baştirîn a derhênerê serhildêr di mîhrîcana fîlman a Erebî li Torntoyê girt.
“Bi wêneyan min xwest rastiya heyî bidim dîtin”
Der barê fîlma xwe ya serkeftî de Meryem EL-Zebhenî ji ajansa me re got: “Ramana fîlm piştî belgefîlma min aa yekemîn Mucered Zîkra çêbû. Ji bo gihandina rewşa Yemenê û yemeniyan ku li ser tu kanalên tv. nayê ragihandin min xwe berpirsyar dît. Min xwest rastiya ku li ser erdê çêdibe dûrî wêneyê ku em ji mirovahiyê dur xistine ragihînim. Rast e şer heye lê ew di rewşa heyî de diyar nake ka em kî ne, em ê vê yekê derbas bikin wekî ku hemû dewletan derbas kiriye.”
“Min çîrokên ciwanên Yemenê yên bi neçarî tevlî şer bûne da dîtin”
Zebhenî da zanîn ku Fîlma Fî EL-Muntesef êşa ciwanên Yemenê ku ji şopandina ragihandinê bêpar mane radigihîne. Şer wekî amûrek xwe li ser hesabê ciwanên Yemenê têr dike. Çîroka Elî qehremanê film, hemû çîrokên xortên Yemenê ku neçar man tevli şer û leşkeriyê bibin ji bo xwe xwedî bikin radigihîne. Sedem jî nebûna derfetên kar e. Meryem got ku Elî her wiha çîroka evîna xwe ya ku cîhan tev de matmayî kir ragihandiye. Tevî wêranbûna bajêr jî dîsa xweşikbûna wê û niştecihên wê heta niha heye jixwe çîroka Elî çîroka hêvî û şer e.
Serhildana 2011’an
Meryem EL-Zebhenî ji ber ku rojnemevan e û fîlmçêker e her wiha nirxeke hunerî ya giranbuha ye, di riya karê xwe yê rojnemegeriyê de karibûye bi awayekî mezin cara yekem di dema serhildanên 2011’an de derkeve holê. Piştre di damezrandina yekemîn a kampanyaya hilberîna ragihandinê de beşdar bûye. Fîlmên wê bi dozên gelê Yemenî ve girêdayî ne.
Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku fîlm beşdarî mîhrîcanên herî navdar ên navneteweyî û Erebî bûye di nava de mîhrîcana Wahaka ya sînemayî li Meksîkayê, mîhrîcana navneteweyî ya sih û pêncan ji kurtefîlma li Berlînê, mîhricana Fîlma Ereb li herêma Xelîc San Fransîskoyê, mîhrîcana Qurtac a sînemayî, mîhrîcana Îzmîrê ya navneteweyî, mîhrîcana Qiwengitşo ya navneteweyî, mîhrîcadna EL-Sicade EL-Hmera ji fîlmên mafên mirovan li Filistînê, mîhrîcana EL-Sûdan a serbixwe, mîhrîcana Wêlngton a serbixwe, mîhrîcana Keramet EL-Yemen, mîhrîcana Mîna, mîhrîcana Têre Dî Totî li Îtalyayê, mîhrîcana Arhos li Danîmarkayê, mîhrîcana Sante Kiroz a li Arjantîn, mîhrîcana Mêdliborg a li Holandayê û mîhrîcan Kelmesot a li Belçîkayê.