Fîlîz Budak: Berxwedana gel hikumetê anî ser maseya diyalogê
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî Mexmûrê Filîz Budak a encama hevdîtina bi hêzên Iraqê re ragihand destnîşan kir ku berxwedana gel hikumetê anî maseya diyalogê û got ku wê encama dawî sibê aşkere bibe.
Mexmûr – Artêşa Iraqê ku ev sê roj in hewil dide bi têlan wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmurê dorpêç bikin, carek din ketiye nava lîv û tevgerê û carek din hewil didin bikevin nava wargehê û derdora wargehê têl bikin. Li beramberî helwesta artêşa Iraqê ev 3 roj in berxwedaniya gel bê navber berdewam dike.
Li ser vê yekê ji bo dîyalog çareserkirina pirsgirêkê, şandeyek ji dayîkên wargeha Mexmûrê danê êvarê ji bo hevdîtinê çûbûn gel hêzên Iraqê. Şandeya dayîkan di hevdîtinê de carek din daxwazên xwe anîn ziman û ragihandin ku naxwazin derdora wan were têlkirin. Lê pişti wê jî hêzên Iraqê liv û tevgerên xwe ne rawestandin.
Piştî hevdîtinê artêşa Iraqê hewl da li derdora wargehê xendekan bikole. Ne dihat zanin ku artêşa Iraqê çeper çêdikin yan jî xendekan dikolin. Gel li beramberî xebitîna wesayîtên kar helwesta xwe bi tundî da nîşakirin û gotin ku ew di helwest û berxwedaniya xwe de bi îsrarin. Li ser vê yekê heyetek ji gelê wargehê cardin hevdîtin bi artêşa Iraqê re pêk anîn. Piştî hevdîtina heyeta gelê Mexmurê ya li gel artêşa Iraqê encam ji gel re hat ragihandin.
‘Berxwedana gel hikumetê anî masaya diyalogê’
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a wargeha Mexmûrê Filîz Budak encam ragihand û wiha got: “Gelê me yê hêja û berxwedêr, navê gelê Kurd berxwedane û di nava wê de jî xelkê Mexmûrê heye. Hevalno ev sê roj in em li vir li ber xwe didin, encama hevdîtinên çêdibin, bê guman em nabêjin her tişt qediya. Hêza gel a vê êvarê herikî ber bi navçeya Mexmûrê ve, hikûmet anî ser maseya diyalogê.
Encama dawî dê sibê diyar bibe
Roja yekem diyar kirin ku tu awayî wê diyalogê nekin, gotibûn şertê xwe bêjin û piştre biçin. Hêza gel û civakê ya sê roj in li ber xwe dide kir ku îro werin ser masê rûnin. Hemu hewldan kirin ku encama dixwestin pêk bînin, nekarîn hatin ser mase rûniştin. Di encam de, wê kolandina xendekan bidin sekinandin, me daxwazên xwe ji wan re gotin, bi tu awayî em danîna kule, têl û xendekan qebûl nakin. Hinek ji daxwazên me yên ji aliyê wan ve hatine qebûlkirin, niha biryara kolandina xendekan di rojevê de ye. Ji bo em vê bidin sekinandin û daxwazên xwe yên din bidin pêkanîn, wê sibe daxwazên me ji Bexda re were ragihandin, em ê hevdîtinek din pêk bînin. Encamên dawî wê sibe diyar bibin.
Heya encam fermî bû dê çalakî bidome
Em vê baş dizanin yên hikûmet anî vê astê hêza gel bû. Divê tu carî nebêjin hêza hikûmet û dewletê ji ya gel mezintir e. Belkî xwedî tank û top be ya wê bide sekinandin jî vîna gel e, rêxistinbûna gel e.
Wê nobedên me berdewam bikin, heta sibe hevdîtina herî dawî tê kirin. Em di wê baweriyê de ne em ê wan sibe jî bidin sekinandin. Ji bo wê dibêjin, Bijî gelê rêxistinkirî, bijî gelê xwe bi raman û felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirandî.”