Fîkriye Kar a keça wê hat qetilkirin: Bila êdî jin neyên qetilkirin

Fîkriye Kar, anî ziman ku Mehmet D. ê keça wê Hîlal Kar qetil kir, tevî giliyên gelek caran nehat girtin û wiha got: “Tiştek nema bi serê keça min ne anî. Bila êdî jin neyên qetilkirin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Hîlal Kar a 33 salî ya ku di 23’ê Hezîranê de li Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezanê ya Amedê ji bo biçe ser kar ji malê derket, ji ber tundî û gefên mirinê ji aliyê mêrê bi navê  Mehmet D ku pêre zewaca dînî kirîbû û ev salek e ji hev cuda bûn bi çekê hat qetilkirin. Hîlal Kar, ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Derket holê ku giliyên berê yên der barê Mehmet D. yê ku piştî bûyerê reviyaye, bê encam mane.

Ji roja zewicî ve rastî tundiyê dihat

Fîkriye Kar diyar kir ku keça wê Hîlal Kar ku 4 sal berê zewicî bû, ji roja ku bi Mehmet D. re zewicî ye ve bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê dihat. Fîkriye Kar, diyar kir ku keça wê ya ku 4 zarokên wê hene ev salek e ji hevjînê xwe cuda dijî û wiha got: “Ji ber gefan keça min neçar ma gelek malan biguherîne.” Fîkriye Kar, diyar kir ku Mehmet D. kurê xwe yê biçûk ji keça wê girt û gef li keça wê xwar ku ger keça wê karê xwe berdewam bike dê qetilbike û got:

“Ji roja destpêkê ya zewaca xwe ve her tim rastî tundiyê dihat. Her tim gef li keça min dixwar. Pereyê keça min digirt û wan birçî dihişt. Min çend caran ji keça xwe re got ‘berde’ Lê wî gef li keça min dixwar ku zererê bide me. Me hewl da ku dev jê berde lê nebû. Herî dawî kurê wê jê girt û çû. Ji keça min re gotibû ‘ger tu dev ji kar ne berdî ez ê te qetilbikim’. Herî dawî keça min îro dema diçû kar rastî êrişê hat. Li vir ajokarê teqsiyê jî hevkarê wî ye. Divê herdu jî bên cezakirin.”

‘Ger di girtîgehê de bûya wê keça min nedihat qetilkirin’

Fîkriye Kar, anî ziman ku der barê Mehmet D. de ji ber tundî û gefên mirinê gelek caran gilî kirine û wiha got: “Çend caran gilî kirin, lê ew mêr wek heyî hêlan. Gotin ‘Esrarê dikişîne, em nikarin tiştekî bikin’ û wî berdan. Careke din cîranan deng bihîstin û gazî polîsan kirin, lê dîsa tiştek jê derneket. Çawa dibe ku tevî giliyan jî wî mêrî berdan? Ger ew mêr îro di girtîgehê de bûya dê keça min qetilnekiriba. Ez tenê edaletê dixwazim û dixwazim ew kiryar bê girtin û cezakirin.”

‘Bila êdî jin neyên qetilkirin’

Fîkriye Kar di berdewamiya axaftina xwe de bang li rêxistinên jinan kir ku bûyera keça wê bişopînin û got:

“Divê dewlet van kesên ku tundiyê li jinan dikin û qetil dikin, bernede. Dema ev kiryar derdikevin cesaretê digirin û zêdetir jinan qetildikin. Bi efûyekê hemû tên berdan. Bila ev edalet mafê jinan biparêze. Bila êdî jin neyên qetilkirin, zarok bê dayîk nemînin. Divê pêşî li vê yekê bigirin. Ez heta dawî giliyê wî mêrî dikim. Tiştek nema bi serê keça min ne anî. Bila êdî jin neyên qetilkirin, bila ev kiryar ji deriyekî neyên girtin û ji deriyekî din re neyên berdan.”