Festîvala Deryaya Sor a sînemayî rûniştina xwe ya yekem bi dawî kir

Festîvala Deryaya Sor a sînemaya navdewletî bernameyeke cihêreng û bi raman, rêbaz û zimanên sînemayî yên dewlemend pêşkêş kir. Ji bo pêzanîna destkeftiyên jinan di pîşesaziya sînemayê de û cihêbûna wan di gelek rolên ku tê de kar kirine, komek ji kesên bi nav û deng ên ku mohra xwe di pîşesaziya sînemayê de li seranserê cîhanê danîne, xelat kir.

Navenda Nûçeyan- Festîvala Deryaya Sor a sînemaya navdewletî, piştî deh rojên bi çalakî û performansa xwe, di 15’ê Kanûnê de li bajarê Cide yê Erebistana Siûdî perdeya xwe ya yekemîn girt. Piştî çar salan ji vekirina sînemaya ku bi salan hatibû qedexekirin ev yek pêk hat.  
Di merasima xelatdayînê de ku di 13’ê Kanûnê de, beriya nîşandana fîlma dawî ya bi navê "Li derveyî mufredatê" ya derhêner Amro Selama û bi lîstikvaniya Rubî û Mecîd El-Kedwanî hat lidarxistin, festîvalê navên ku di xelata Yusr de bi ser ketine eşkere kir û di nava sê pêşbirkan de hatin belavkirin. Pêşbaziya Deryaya Sor a fîlmên dirêj, pêşbaziya Deryaya Sor a kurtefîlman û di dawiyê de pêşbaziya Deryaya Sor a sînemaya Interaktîf pêk hat. 
"Di mîhrîcanê de 138 fîlmên dirêj û kurtefîlm ji 67 welatan hatin nîşandan"
Di bernameya festîvalê de 138 fîlmên dirêj û kurtefîlm ji 67 welatan hatin nîşandan, ji wan 25 fîlm di promiyera cîhanî de, 48 fîlmên promiyera Erebî û 17 fîlmên promiyera cîhanî a yekem de. Fîlmên ku beşdarî pêşbirka dirêj dibin ev in: "Di navbera pêlan de", "Brighten IV", "Bakka - Çemê xwînê", "El-Hara", "Ewropa", "Sola", "Salloum", " Rehana Mariam Nur", "Jeran". Di kategoriya kurtefîlman de, fîlma "Li ser deryayê", , "pyramîd", "lêgerîna li Elaine ", "ji çiyê" beşdar dibin.
Her wiha bernameyê 21 projeyên virtual û teknîkî girt nav xwe ku girîngtirîn afirînên sînemaya Erebî û navneteweyî hatin cem hev û çîrokên nû, rêbazên sînemayî yên nûjen pêşkêş kirin, cesaret kirin ku mijaran bînin ziman û pirsgirêkên civakên xwe nîqaş bikin.
"Di sînemayê de rêzgirtina jinan"
Armanca festîvala Deryaya Sor a sînemaya navdewletî pîrozkirina rola jinan di pîşesaziya sînemayê de bû, ji ber ku fîlmên ji aliyê derhênerên jin ve hatine îmzekirin ji sedî 38 ji tevahiya pêşandanên festîvalê pêk tên.
Di heman demê de festîvalê derhêner û berhemhênerê Siûdî Heyfa ku yek ji navên navdar e di pîşesaziya sînemaya Siûdî, Erebî û cîhanî de xelat kir, ji bo pêzanîna destkeftiyên wê û rola wê ya pêşeng di piştgirîkirina jinan de.
Di nav sînemaya Misrê de, lîstikvan Leyla Elwî ku di zêdetirî 70 fîlman de rola sereke lîstiye hat xelatkirin û ji lîstikên herî diyar ên ku wê di dema kariyera xwe de pêşkêş kir fîlma "Hindik hezkirin, pir tundî" di sala 1995’de ye, "Ji Sema hez dikim" di sala 2004 de, "Evîna keçan" di sala 2004’an de.
Festîvalê her wiha lîstikvana Fransî û hunermenda navneteweyî Catherine Deneuve xelat kir, ku rexnegir wê yek ji behremendiyên jin ên herî girîng li Ewropayê dihesibînin. Di nav berhemên wê yên herî navdar de "Nefret" ku di sala 1965’an de hat çêkirin, "Îndoçîna" di sala 1992an de, j û "Dancer di şevê " de di sala 2000an de û her wiha fîlma "Jin" di sala 2002’yan de hat çêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Erebistana Siûdî di Nîsana 2018’an de, piştî bi dehan salan ji girtina sînemayê, di çarçoveya rêzereforman de sînemayê vekir.