Festîvala binarê Qendîlê: Nîşaneya jiyana hevbeş û hişmendiya jîngehê

Festîvala Gihayên Biharê û Xwarinên Kurdî, ku li binarê Qendîlê hate lidarxistin, li gundê Enzê bi beşdariya berfireh a gel û bi beşdariya şandeyên fermî û siyasî, kesayetên akademîk û civakî pêk hat.

Qendîl – Duh, di çarçoveya roja duyemîn a festîvala gihayên biharê li binarê Qendîlê de, Hevşaredar Dr. Dilşêr Îbrahîm tekez kir ku festîval ne tenê ji bo xwarin û geştiyariyê ye, lê di heman demê de hewldanek ji bo parastina jîngehê, vejandina çanda Kurdî û xurtkirina girêdana di navbera mirovahî û xwezayê de ye.

Wê her wiha destnîşan kir ku gihayên biharê û xwarinên kevneşopî yên Kurdî beşek ji bîr û şêwaza jiyana xelkê herêmê ne, parastina wan erkek neteweyî û mirovî ye. Wê her wiha bal kîşand li ser rola jinan di parastina mîrata xwarinê û çanda Kurdî de.

Di beşek taybetî ya festîvalê de, organîzatoran zarokan bi pêşandan û çalakiyên cûrbecûr kêfxweş kirin. Piştre, dayikên ji Mexmûrê bi stranên  Kurdî û hayranokan bi cilên kevneşopî yên Kurdî atmosferek taybet li festîvalê zêde kirin.

Wekî din, Akademiya Ekolojiyê semînerek bi navê "Ekolojî wekî Bingeha Jiyanê" li dar xist. Di vê semînerê de girîngiya hevsengiya di navbera mirov û xwezayê de û pêwîstiya bilindkirina hişmendiya jîngehê hate destnîşankirin.

Festîval her wiha çalakiyên hunerî û werzîşî, firandina bafirokan û bernameyên taybet ji bo zarokan dihewîne. Îro roja sêyemîn a festîvalê ye û ew ê bi gelek çalakî û semînerên din berdewam bike.