Ferzkirinên Talîbanê li ser jinên Afganî zêde dibin

Talîbana ku li Afganistanê perwerdeya keç û jinan qedexe dike, wan ji saziyên giştî dûr dixe, burqa û hîcabê ferz dike, di heman demê de nahêle jin di saziyên navneteweyî yên li Afganistanê de bixebitin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl- Piştî desteserkirina hikûmeta Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve zexta xwe bi taybetî li ser jin û keçan zêde kir. Jinên ku di saziyên dewletê de dixebitîn karê wan bi dawî kir, dibistanên keçan girtin, xebatên jinan rawestand, burqa û hîcabê ferz kir.

Derxistina jinan a ji ofîsên hikûmetê ji Talîbanê re nebes bû her wiha rê li ber wan girt ku di saziyên navneteweyî yên wekî Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) de bixebitin. Talîbana ku di saziyên xebatên mirovî lê tên kirin de nîşandana serokekî mêr ferz dike, wekî din hemû xebatên saziyê radiwestîne. Endamên Talîbanê ku her roj van saziyan kontrol dikin, bi hincetên cuda rê nadin ku jin bixebitin.

‘Wan karmendan di odeyên girtî de girtin û ofîs talan kirin’

Rêvebera perwerdeyê ya yek ji saziyên Afganistanê Sama Saadat ji ajansa me re axivî û qala binpêkirinên Talîbanê kir û got: “Talîban di bin navê lêpirsînê de gelek caran hat ofîsa me. Carekê, piştî çendîn kontrolên bi şev, wan karmendan di odeyan de girtin û ofîs talan kirin. Piştre komên din hatin û gef xwarin.”

‘Tehemula wan nîn e bi jinan re biaxivin’

Sama Saadat da zanîn ku endamên Talîbanê yên gelek caran tên ofîsên wan ên ku ji bo jinan perwerdeyê didin, astengiyê ji karên wan re derdixin û wiha got: “Hefteya borî dîsa îstixbaratên Talîbanê hatin ofîsa me û xebatên me asteng kirin. Gotin ku ji bo perwerdeya jinan divê hûn nexebitin. Ji bo ku em karê xwe pêk bînin riyên cuda bi kar tînin. Her cara ku endamên Talîbanê tên ofîsa me, li dijî mirovahiyê û bi heqaret tevdigerin. Tehemula wan nîn e bi jinan re biaxivin. Cara dawî dema hatin ofîsa me bi me re neaxivîn. Yek ji fikrên wan ew bû ku em neqanûnî dixebitin, dema destûra xebata me dîtin hinek aram bûn lê di destpêkê de ew pir êrîşkar bûn.”

‘Em ê heta dawiyê bixebitin da ku ofîsa me neyê girtin’

Sama Saadat a ku 20 sal in li gelek parêzgehên Afganistanê di xebatên perwerdeyê yên jinan de cih digre got: “Em ê heta dawiyê bixebitin da ku ofîsa me neyê girtin û nikaribin amûrên agahdarkirinê ji me bistînin. Ez hewl didim biçin malên xwendekarên keç waneyan bidin. Hemû xebatên me ji bo jinan e lê li ser me hat ferzkirin ku li ser saziyê bi fermî divê zilamek hebe. Bila jin teslîmê cehaletê nebin! Dibe ku nikaribin ji karê xwe pereyan jî bi dest bixin lê divê hewl bidin jinên din bi xwendin û nivîsandinê rizgar bikin.”