Fermanên Talîbanê jin û zarokên keç hedef digire

OCHA, ragihand ku ji Tebaxa 2021’an heta niha Talîban herî kêm 470 fermanên ku bandorê li xebatên alîkariya mirovî dikin weşandine û ji vana 79 jê raste rast jin û zarokên keç dike hedef.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Koordînasyona Karê Mirovî yên Natewên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku ji Tebaxa 2021’an heta niha Talîban herî kêm 470 fermanên ku bandorê li xebatên alîkariya mirovî dikin weşandine.

Di rapora ku OCHA weşandî de hate diyarkirin ku, Talîban heta îro, 79 biryarnameyên ku derxistine, raste rast jin û zarokên keç dike hedef. Di raporê de hate diyarkirin ku biryarnameyên mijara gotinê, azadiya tevgerên jinan sînordar kiriye, beşdariya perwerde, derfetên kar, aborî û jiyana civakî asteng kiriye.

Li gorî raporê, di nava qedexeyên dijî jinan de, qedexekirina perwerdeya navîn û perwerdeya bilind, qedexekirina perwerdeya qada tenduristiyê, quralên bo zorê yên cil û bergên Îslamî û qedexekirina xebatên jinan di nava saziyên civaka sivîl de cih digre.

Zexta psîkososyal kûr dike

Di raporê de hate îfadekirin ku, qedexeyên Talîban li hemberî jinan xeteriya tundiya zayendî zêde kiriye, ev jî zexta psîkososyal ya li ser jin û zarokên keç kûr kiriye.

OCHA destnîşan kir ku, ji sala 2025’an ve, pêkanîna fermanên ku jin û zarokên keç dike hedef zêde kiriye û qedexeyên nû xistiye dewrê, ev rewş hê zêdetir jinan dûr dixwe.

Di qonaxa dawî ya qedexeyên Talîban li dijî jinan de, di nava sala 2025’an de Talîban ragihandin ku ketina personelên jin ya ofîsên Netewên Yekbûyî qedexe kiriye. OCHA, diyar kir ku ev qedexe pêvajoyên belavkirina alîkariyên mirovî bi temamî sekinandiye.