Femînistên Tûnisî: Divê tavilê pêşî li tundiyê bê girtin
Tevî hebûna zagoneke cihêkar rewşên tundîtûjiya mêran li dijî jinên Tunisê zêde bûne û gihîştine asta kuştinê lewre jinên femînîst balê dikşînin ser metirsiyê.
ZOHOUR MECHERGUÎ
Tûnis- Parêzer û çalakvana femînîst Hamîda Al-Shayeb teqez dike ku hebûna zagonan, jinan ji tundî û kuştinê naparêze divê hişmendî bê guhertin û nêrîna kêm a li jinan ji holê rabe. Hamida Al-Shayeb di hevpeyvîna bi ajansa me re got ku rêjeya tundûiya li dijî jinan zêde bûye û rewş metirsîdar e.
Piştî kuştina Suad Al-Suwaidi ji aliyê hevserê wê ve û bêbandorbûna zagona tundîtûjiya li dijî jinan, çawa dê pêşî li van sûcan bê girtin?
Belê rast e, beriya çend rojan bûyera kuştina Suad Al-Suwaidî dayika du keçan li parêzgeha Qeyrawan rûda ku ji aliyê hevserê xwe ve hat xeniqandin. Îro jî kuştina jineke din li Tûnisê ji aliyê hevserê wê ve qewimî. Ev trajadiyên jinan rojane li ser malperên torên civakî û ragihandinê yên ku em dişopînin, weke nûçeyên normal bûn lê em weke komele gelek xemgîn dibin û ji ber bêdengiya dewletê bang dikin û dibêjin em mexdûr û qurbanî ne divê zagona 58 lawaz nemîne û bê ferzkirin.
Suad wekê gelek jinan hat qetilkirin û bi dehan jinên beriya wê hebûn û yên li pey wê jî dê hebin. Aliyên pêwendîdar tu girîngiyê nadin bangewaziyên me weke femînîst û mafnasên jin ji bo wan sûcan rawestînin. Dibe ku ez jî bibim qurbanî, an hevalek min an cîraneke min be, hikumet bi kar û barên xwe yên pêwîst ranabe, em ne rehet in û bi bîr dixin ku hebûna zagonan tenê têrê nake.
Gelo dewlet berpirsyariya parastina jinan nake?
Di asta makzagonê de zagonên girîng hene lê valahî di pêkanîna wan zagonan de heye, zagona bi hej.58 bi nêzîkahiyek mafnasî giştî 4 alî ava bûye, aliyê yekem ê parastinê ye bi riya hişyariya ku di nava saziyên dewletê de belav dikin. Aliyê din ê sûcan e ku jinên rastî tundiyê tên bi riya mekanîzmayên zagonî û dezgehan bên parastin. Aliyê sêyem jî der barê rawestandina tundiyê de ye bi riya darizandinê, aliyê dawî jî piştgiriya civakî, tendirustî û derûnî ji jinên mexdûr re ye.
Tundiya li dijî jinan li Tûnisê rojane bûye?
Diyardeya tundiya li dijî jinan di bingehê de vedigere hişmendiya desthilatdariya mêrsalarî û fikrên batriyarkî û baviksalarî di nava civakên şerqî û bi taybetî yên Tunisê de. Her wiha zagonan jî pêk naynin û tu girîngiyek pêwîst nadinê lewre sûcên kuştina jinan zêde bûne. Di lêkolîneke nû de piştî komkirina 46 dosyayên kuştina jinan ji % 28 mexdûrên jin ji ber gilîkirin û daxwaza hevberdanê hatine kuştin beriya ku bigihîjin dadweriyê ji ber lawaziya ku di van dozan de dibe. Daxwaznameya jinan a parastina li dijî tundiyê 6 mehan dimîne beriya ku li ber çavan bê girtin. Di vê demê de ew jin bê parastin rastî gelek tundiyê tên û digihîjin asta kuştinê, li gel zextên civakî û malbatê li ser wan jinan ku ji wan dixwazin giliyên xwe paşve vekişînin, ji ber ku dahata wan nîn e û kes mesrefa wan û zarokan jî nade. Wisa trajediya kuştina jinan zêde dibe.
Bi rastî mekanîzmayên taybet an budceyek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan nîn e, qadên jinan di dadgehan de jî nîn in û ne jî şêwirmendiya zagonî tê kirin, tevî ku zagona 58 rê daye mexdûrên tundiyê alîkariya dadwerî bixwazin lê navendên pêwîst ji bo wan jinan jî nîn in lewre ew jin mecbûr in bi kesên tundiyê li wan dikin re bijîn û jiyana wan di mertirsiyê de dimîne.
Ji ber nêrîna civaka mêrsalarî jin rastî tundiya bedenî û zayendî tên. Çawa komeleyên femînîst dikarin bandora xwe li jinan bikin ji bo ku sînorê tirsê bişkînin û giliyê xwe bikin?
Tundiya zayendî yek ji cureyên tundiyê ye ku di zagona 58’an de diyar bûye, tevî ku ev mijar rastî bêdengiyê jî tê lê di dadgehên parêzgeha Safaqisê de nîqaş dibe weke dozên girêdayî destdirêjiya hevseran li dijî hevjînên xwe, dadgeh hevser sûcdar derdixe. Ev mijar ji tabûyên civakê ne lê di dema dawî de gelekî tê nîqaşkirin û bi riya zagonan em şer dikin. Ev jî di encama karê civaka sivîl der barê tundiya dijî jinan hat. Her wiha em weke hevbendiya Tûnisê ya parastina mafên mirovan hemleyên piştgiriya peymana hej.190 ya girêdayî destdirêjiya zayendî di cihên kar de li dar dixin ji bo ev peyman bê erêkirin, li gel zagonên din girêdayî vê mijarê.