Femînîstên Filistînî: Pêwistî bi nêrîna hevpar a femînîst heye

Çalakvanên femînîst ên Filistînî anîn ziman ku pêwistî bi rêbazekê hevpar a di navbera femînistên cîhanî de heye.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Çalakvanên femînîst ên Filistînî bal kişandin ser pirsgirêkên ku jin di gelek aliyan de pê re rû bi rû dimînin û li hemberî vê anîn ziman ku divê di asta cîhanî de di navbera femînistan de rêbazên têkoşînek hevpar hebin û wisa were meşandin.

‘Têkoşîna jinan a bi çek encamên girîng bi dest xist’

Çalakvana femînîst Ula Kesab li ser destpêka tevgerên femînîst got: “Têgeha femenîzmê li Filistînê bi tevgerên rizgariyê yekem re derket, yên ku şerê dagirkeriya Îsraîl dikirin, lewra em nikarin niştimaniyê ji femenîzimê cuda bikin ji ber ku gelek jin çek rakirin û ji bo rizgariya welat û parastina gelê xwe canê xwe feda kirin. Di salên 1920’an de jinan nimûneya femînîstî ji bo jinên Filistînî îro ava kirin ku bi hêz civakê birêve bibin û guhertinan pêk bînin lê rewşa Filistînî giştî û astengiyan wêneyê wan jinan guherand lewra ji bo zagonên mafên jinan di hemû waran de diparêzin pêk bînin divê cidî kar bikin.”

Ula Kesab destnîşan kir ku bi keda wan jinan rêjeya kotaya jinan ji sedî 20, bû ji sedî 30 û tê payîn dê bigihîje ji sedî 50 û wiha domand: “Ev jî nîşaneya berdewamiya karê têkoşerên çek hilgirtine û riya jinên ciwan ronî kirin ji bo li ser bingehên tevgerê kar bikin û bigihîjin nimûneya femînîstî xewna hemû jinên Filistînê.”

‘Hebûna jinan di mercên rêveberiyê de şeklî dimîne’

Çalakvana femînîst Nor El-Swêrkî destnîşan kir ku divê têkilî bi jinên xwedî fikir, çand û ezmûnên cuda di avakirina civakên xwe de lidar bikeve da ku jinên Filistînî ji qeydên civakê li ser ferz kirine rizgar bibin. Nor El-Swêrkî wiha domand: “Hejmara jinên di rêvebirina wezaretan û serokatiyê û dadgeriyê di dewletan de dide ku herî kêm in, eger jinekê bixin rêveberiyekê hebûna wê şeklî dihêlin tenê ji bo zagonê pêk bînin. Karê wan jinan nayê dîtin. Hebûna jinan bi hêz di rêveberiyan de dibe alîkar ku daxwaza mafên xwe bi nirîneke femînîstî bikin li ser senteza fêrbûna rûxandin û avakirin ango rûxandina têgehên şaş û avakirina têgehên nû li gor armancên jinan, bi taybet ku civaka wan jinan hebûna wan, hêvî û daxwazên wan napêjirîne.”

‘Pêwîstî bi têkoşîna hevpar a femînîstên cîhanî heye’

Nor El-Swêrkî axaftina xwe wiha domand: “Divê em bi nifşên nû re dest pê bikin ji asta navîn û amadehî de ji bo nimûneya femînîstî ku dikare rêzgirtina xwe li ser civakê ferz bike ava bikin. Hemû tiştên me diyar kirine baweriya nimûneya femînîstî bi xwe xurt dike û dikare nêrînên dirûst li ser bingeha zanista zagonên navdewletî û herêmî bigire. Avakirina rêbazeke hevpar navbera femînîstên cîhanê girîngiyeke pêwîst e, ji girîngiya piştgiriyê û hevdîtinan ne kêmtire. Ev nêrîn dibin bingeha hebûna sîstemeke siyasî li gor peymanên navdewletî taybet bi jinan ku mohirkirina li ser şeklî dimîne. Her wiha dive sûdê ji rêbazên femînîstî li dewletên cuda yên serkeftî bigirin bi taybetî di warê siyasî û aborî de û lêkolînên zanistî ku dema dawî di Şerîda Xezayê de gelek lêkolînerên jin afrîner derketine.”