'Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' wê dawî li tundiyê bîne'
Hevseroka Ofîsa Perwerde ya Meclisa kantona Efrîn-Şehba Elîf Mihemed bi boneya 25'ê Mijdarê wiha got: "Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' bû rojbûnek nû ji hemû jinên cîhanê re û wê bibe rêya xelasiya ji tundiyê."
HESNA MIHEMED
Şehba – Şîdeta li dijî jin û zarokên keç yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî berbelav e. Tundî bi gelek awayên fîzîkî, zayendî û derûnî derdikeve holê û ev yek bi lêdan, tundiya derûnî, destavêtin, kuştin, zewaca bi darê zorê, zewaca bi temen biçûk, tacîz, îstismarkirina zayendî û tacîza elektronîkî tên meşandin.
Li ser vê yekê civata giştî ya Netewên Yekbûyî roja 25'ê Mijdara 1999'an wek Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê raghand, ji ber ku sê xwîşkên Mîrabal Patricia, Maria û Antonia ji aliymê Komara Domînîkê bi awayek hovane hatin qetilkirin. Jin ji ber serdestiya zihniyeta mêr û rastî hemû cureyên tundiya hatine û hîna jî tên. Jin heya vê kêliyê li dijî cudakariya zayendî têdikoşin.
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê, Hevseroka Ofîsa Perwerde ya Meclisa kantona Efrîn-Şehba Elîf Mihemed ji ajansa me re axivî.
'Felsefeya Rêber Apo ji jinan re bû rojbûnek nû'
Elîf Mihemed di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser tundiya ku zihniyeta baviksalarî li dijî jinan bi kar tîne û wê di koletiyê re rû bi rû dihêle û wiha pê da çû: "Roja 25'ê Mijdarê li hember tundiya sîstema desthiladariyê ku li ser jinan didin meşandin wek rojek cîhanî ya tekoşîna li dijî tundiya li ser Jin hatiye diyarkirin, lê divê hemû rojên salê bibin rojê tekoşîn û serhildanê. Ji roja ku xwîşkên Mirabêl serî li hember tundiya dîktatorê Trîxiyolo ku di derheqê wan de dixwest pêk bîne û heya vê rojê li seranserî cîhanê jin serî hildidin û ji tundiyê re dibêjin na. Heya ku ev roj di cîhanê de tesbît bû gelek êrîş û neheqî di derheq jinan de hate kirin û li hember van kiryaran jî gelek jinên tekoşêr derketin û dengê xwe bilind kirin. Ji destpêka dîrokê li hember jina Kurd a ku civak birêve dibir û xwedî misiyon bû gelek cureyên tundiyê hatin bi kar anîn û heya vê rojê jî jinên Kurd ên pêşeng tên hedef girtin. Felsefeya Rêber Apo ya xeta jina azad ji jinan re bû rojbûnek nû."
'Dagirkirina Efrînê tundiya herî mezin e'
Elîf Mihemed di nava gotinên xwe de diyar kir ku ji ber di Efrînê de jin gihêştibû lûtkeya xwe ya azadiyê û li dijî tundiyê têdikoşiyan ji aliyê sîstema faşist a dewleta Tirk ve hate dagirkirin û hemû cureyên tundî û kiryaran li wir tên meşandin û got: "Efrîn bi rengê xwe ya jinbûnê di nava Şoreşa Rojava de xwedî sekinek mezin bû û navê xwe di dîroka azadiyê de nivîsan. Jina Efrînî li dijî tundî û cureyên wê serî hilda, azadiya xwe bi dest xist û dengê xwe bilind kir. Serî hildana jinan li hember faşist û siyasetên wê hişt ku dewleta Tirk herêmê dagir bike ta ku dagirkeriya xwe li ser jinan bide meşandin, her wiha hemû cureyên tundiyê, êşkence, destdirêjî û kiryaran li ser jinên Kurd ên Efrînê dide meşandin û wan rû bi rû bi tundiyan re dihêle, dîsa li hember van kiryaran jin li Efrînê dengê xwe bilind dikin lê mixabin tu cihên eleqedar nabin alîkar. Dagirkirina Efrînê tundiya herî mezin û xeter e. Ne tenê li Efrînê li Îranê jî jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin lê piştî qetilkirina Jîna Emînî jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî serî li hember tundiyê hildidin û ev şoreş li seranserî cîhanê mohra xwe li dîrokê da."
'Her jinek bi felsefeya 'Jin, Jiya,n Azadî' têdikoş e'
Elîf Mihemed xuya kir ku jinên Efrînê yên koçber bûne û di wargehên koçberiyê de berxwe didin wê dawî li tundiya dewleta Tirk bînin û heya ku negihêjin jiyanek hevbeş tekoşîn wê berdewam bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di nava zor û zehmetiyên jiyanê de li warê koçberiyê jinên Efrînê gelek astengiyan dibînin, ruxmê vê jî berxwedan û têkoşîna wan berdewam dike heya ku dawî li tundiya dagirkeriya dewleta Tirk li ser jinên Efrînê tînin. Banga me ji hemû rêxistinên parastina mafê zarokan, jinan, xweza û mirovan re heye ku bi erka xwe rabin û tundiya ku li dijî jinan tên meşandin bi dawî bikin. Em jinên azadîxwaz ku heya tundî dawî nebe û jiyanek hevbeş di nava civakê de neyê ava kirin wê tu car berxwedan û têkoşîna me raneweste. Divê her jinek jî xwedî li mafê xwe derkevin û bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' li dijî cureyên tundiyê têbikoşin."