Heyeta DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re rûnişt
Heyeta DBP’ê û DEM Partiyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne. Heyet bi Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re rûnişt.

Navenda Nûçeyan – Heyeta DBP’ê û DEM Partiyê hewldanên xwe yên ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan didomîne. Di nav heyetê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û parlementerên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç cîh digirin. Heyeta ku hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê bidawî kir, niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinan pêk tîne. Heyet sibê jî dê beşarî “Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevpar a li Rojava” bibe.
Heyet di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re rûnişt. Derbarê naveroka hevdîtinê de heta niha agahiyek nehatiye dayîn.