Werzişvana Mexribê Fatma Zehra Berdeha duyem madalyaya zêr qezenc kir
Hejmara madalyayên zêr ên Mexribê ya di Lîstikên Deryaya Spî yên Taranto 2026 de, bi madalyaya zêr a werzişvana Fatma Zehra Berdeha ku di nîvmaratonê de bi dest xist re, bû 16.
Navenda Nûçeyan – Werzişvana Mexribê Fatma Zehra Berdeha, di Lîstikên Deryaya Spî yên Taranto 2026’an de serkeftina xwe domand û îro di nîvmaratona atletîzmê de madalyaya zêr qezenc kir.
Fatma Zehra Berdeha, pêşbirkê di saetek, 9 deqe û 59 saniyeyan de bi dawî kir û bû yekemîn. Klara Lukan a Slovenyayî, bi saetek, 11 deqe û 22 saniyeyan madalyaya zîv û Matia Barlov Kostro ya Xirvatî jî bi saetek, 11 deqîqe û 58 saniyeyan re madalyaya bronz bi dest xist.
Bi vê encamê re Fatma Zehra Berdeha, hejmara madalyayên xwe yên zêrîn a di lîstikan de gihand 2’an. Werzişvana Mexribê, roja Yekşemê ya borî di 5 hezar metreyan de jî madalyaya zêrîn bi dest xistibû.