Ezîze Moradyan di greva birçîbûnê de ye
Ezîze Moradyan a 50 salî, li dijî nezelaliya di binçavkirina xwe de û astengkirina lênihêrîna bijîşkî, dest bi greva birçîbûnê kir. Lêbelê, hinek çavkaniyan ragihandin ku Ezîze Moradyan ketiye grêva tîbûnê.
Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, Ezîze Moradyan a 50 salî ya ji gundê Tengî Sar û li Merîwanê dijî, di 21-22’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Grev, ji ber nezelaliya di pêvajoya darizandin de û astengkirina xizmên tibî yên li girtîgeha jinan tê lidarxistin.
Ezîze Moradyan, nêzî beriya mehek li Merîwanê ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hate binçavkirin; cihê karê wê hate lêgerîn û telefon û hinek tiştên wê yên şexsî hatin desteserkirin. Heta niha, daxwaza wê ya berdana demkî an jî kefaletê nehat qebûlkirin û nezelalî didome.
Rûxmê ku sedema greva birçîbûnê ji aliyê malbat an jî parêzerê wê ve rasterast nehat parvekirin jî, tê ragihandin ku Ezîze Moradyan bi pirsgirêkên helandinê re rû bi rû ye û rayedarên girtîgehê dermankirina têrker peyda nakin. Bi awayekî fermî sûcdarî nehatin eşkerekirin û çavkaniyên serbixwe der barê hûrguliyên sûcan de agahî nedan.