Meclîsa Gel a Şengale li dijî biryarên Iraqê banga beşdariya meşê kir
Îro bi beşdariya endamên Meclîsa Gel a Şengalê û saziyên civaka Êzidî, li dijî biryarên Iraqê yên li ser Şengalê ku dixwaze hêzên ewlehiya Şengalê belav bike û îradeya civaka Êzidî ya siyasî nasnake, banga meşa 8’ê îlonê hate kirin.
Şengal – Ev demeke bêçekkirina hêzên ne fermî yên li Iraqê di rojevê de ye. Di vê çarçoveyê de hikûmeta Iraqê dixwaze çek tenê di destê arteşa Iraqê de bimîne. Şengal jî xwedî hêzên parastina Şengalê YBŞ-YJŞ’ê û asayîşê ye ku piştî fermana 2014’an ji bo parastina civaka Êzidî hatin avakirin. Lê ev hêzên ku ji civaka Êzidî bi xwe pêktê, heta niha ji aliyê Iraqê ve nehatiye naskirin. Di heman demê îrade û nasnameya siyasî ya civaka Êzidî jî nayê naskirin.
Herî dawî li Bexdayê, bêyî beşdariya nûnerên civaka Êzidî û Şengalê ji aliyê fermandarên leşkerî yê Iraqê û dîrektorê bernameya pêşdebirin a Neteweyên Yekbûyî ve civînek hate li dar xistin û di vê civînê de der barê Şengalê de jî biryar hatin girtin. Li gorî biryarê wê hêzên leşkerî yên civaka Êzidî ji holê rakin. Îro endamên Meclîsa Gel a Şengalê û saziyên civaka Êzidî bi daxuyaniyekê civîn û biryarên hatin girtin şermezarkirin û ji bo nerazîbûna van biryaran banga beşdariya meşa 8’ê îlonê kirin.
Daxuyaniya ku li navenda Meclîsa Gel a Şengalê ya li Geliyê Kersê hate dayîn ji aliyê Berdevka Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Besê Avesta ve hate xwendin.
‘Yekane çareserî naskirin û nûnertiya îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye’
Di destpêka daxuyaniyê de hate diyar kirin 1’ê Îlonê ku li her derê cîhanê wek roja aştiyê tê pîrozkirin, li Bexdayê bi talîmata serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bêyî nûnerên Êzidiyan civînek hatiye lidarxistin û têkildarî civaka Êzidî de biryar hatine girtin û hate balkişandin ku beşdarvanên civînê bi temamî ji aliyên leşkerî û ewlekariyê pêk hatine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pirsgirêkên Şengalê bi rêbazên leşkerî û emnî nayin çareserkirin û hate diyar kirin ku yekane çareserî naskirin û nûnertiya îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin rêbaza ku wê çareseriyê ava bike jî bi danûstandin û muzakereyan bi nûnerên civaka Ezidiyan re derbas dibe.
‘Bêparastin hiştina civaka Êzidî rê li ber fermanên nû vedike’
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di civîna Bexdayê de li gel nenaskirina îradeya siyasî ya civaka Êzidî, belavkirina hêzên parastinê ya civaka Êzidî jî bûye rojev û hate diyar kirin ku ev nêzîkatî civaka Ezidî bêparastin hiştiye û bêparastin hiştina civaka Êzidî jî rê li ber fermanên nû vedike.
Banga beşdariya meşa 8’ê Îlonê
Di daxuyaniya ku banga naskirina fermî ya hêzên parastina civaka Êzidî û qebûlkirina îradeya siyasî ya civaka Êzidî hate kirin di dawiyê de wiha hate gotin: “Em bi van munasebetan bang li civaka Êzidî û dostên civaka xwe dikin ku tevlî meşa me bibin. Meşa me 8’ê îlona 2026’an li Sinûnê ye.”