“Ez ji hikûmet nikare azarên gelê Sûdanê bidawî bike îstifa dikim"
Ji ber hikûmeta Sûdanê nikare ji pirsgirêkên heyî re çareseriyê bîne endama Encûmena Serweriya Demkî ya Sûdanî Aîşa El-Seîd, îstifa kir.
Navenda Nûçeyan – Aîşa El-Seîd endama Encûmena Serweriya Demkî ya Sûdanî dev ji karê xwe yê di Encûmenê de berda û got: "Hikumetê nikarîbû êşên Sûdaniyan bidawî bike, ji ber wê ez îstifa dikim."
Aîşa di daxuyaniya îstifaya xwe de wiha got: "Min dev ji endamtiya Encumena Serweriya Demkî berda....Hikûmetê nikarîbû êşên li ser milên civaka Sûdanê sivik bike."
Aîşa ji 21'ê Tebaxa 2019'an de endama Encûmena Serwer e. Aîşa piştrast kir ku pêkhateya sivîl a hikûmetê beşdarî biryargirtinê nabe û wiha pê de çû: "Ez naxwazim beşdarî dewletek ku hêzeke veşartî wê bi rêve dibe û nerînên me û hêzên destûrî yên pêkhateya sivîl, bi tevahî paşguh kirine, bibim.”