Evîn Goyî li gelek bajarên Kantona Cizîrê hat bibîranîn

Îro bi armancê bîranîna Evîn Goyî û rêhevalên wê yê ku di komkujiya duyemîn a Parîsê de hatibûn hedefgirtin, li gelek bajarên Kantona Cizîrê ji aliyê tevgerên jinan daxuyanî hat dayîn.

Navenda Nûçeyan-Di 23'ê Kanûna 2022'an de li paytexta Fransa Parîs komkujiyek din li dijî jinên têkoşer pêk hat, di komkujiya yekem a ku di 10'ê Çileya 2013'an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û di komkujiya duyem de jî Endama Desteya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, hûnermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrehman Kizil di êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin. Li ser komkujiya duyem Kongra Star a navçeya ê Til Temirê a Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Saziya Malbatên Şehîdan,  li Qamişloyê  Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem û Kongra Star a Bajarê Hesekê jî daxuyaniyek çapemeniyê da

Til Temir

Daxuyanî ji hêla Rêvebera Kongra Star Hêvîn Sebrî ve hat xwendin.

Kongra Star di destpêka daxuyaniyê de diyar  kir ku eww ek Kongra Star komkujiya duyemîn a Parîsê komkujiyeke ku vîn û îradeya gelê Kurd bi giştî û bi taybetî jinên Kurd hedef digre pênase dikin û wiha berdevam kir: Hegemonyaya ku dixwaze jinan an jî her tevgereke ku piştgiriyê dide azadiya jinê têk bibe. Hemû belgeyên heyî destê Dewleta Tirk di vê êrîşa çekdarî a terorîstî tijî kîna li hember gel û jinên Kurd de zelal dike.

‘Evîn Goyî li dijî metîngerî û dagirkeriya Tirk têkoşiya’

Kongra Star balkişand ser têkoşîna Evîn Goyî û wiha got: Evîn Goyî bi têkoşîna 34 salan li dijî polîtîkayên mêtingerî û dagirkeriya tirk bi awayekî berdewam û bê rawestîn têkoşiya. Li çiyayên Kurdistanê ji Botanê heta Zagros û Şengalê dest bi têkoşîneke demdirêj kir û ji wir jî heta Rojava di şoreşa azadiya jinê de xebatek binirx meşand û ji mere weke mîrasek hişt.

Kongra Star da xuyakirin ku dewleta Tirk ji ber tirsa ji fikrên azadiya jin xwest her kesê ku bi azadiya jinê qîr dike bêdeng bike û wiha dirêjî da daxuyaniyê: Mixabin ji ber li hemberî bêdengiya civaka navneteweyî û xemsariya wê ya li hemberî doza Kurd û têkoşîna jinên Kurd, têkoşer Evîn Goyî wê nebe ya dawî ku di rêya azadiyê de canê xwe ji dest dide û li ser vê bingehê em soz didin ku têkoşînê heta serkeftinê bidomînin."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû. 

Qamişlo

Di daxuyaniya ku ji aliyê  Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem hat kirin hat diyarkirin ku ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk komkujî û sûcan li dijî gelê Kurd pêk tîneû wiha hat gotin: “Tirkiyê mafên mirovan binpê dike, sûcan dike û ji keç û xortên Kurd zindan tije kirine û hîna jî bê hesab dewam dike. Ji salên 90’î de li ser destê dewleta Tirk a faşîst bi hezaran têkoşer û rewşenbîrên me hatin qetilkirin. Bi hezaran gund, navçe û bajarên me hatin wêrankirin.”

Di Daxuyaniyê de balkişandin  ser komkujiya Parîsê ya yekem û wiha berdevam kir: “Di sala 2013’an de li heman paytextê li ser destê Tirkiyê komkujiya Parîsê ya yekem pêk hat. Di encama wê de têkoşer Sakîna Cansiz û rêhevalên wê şehîd ketin. Ev kiryar berdewamiya siyaseta qirkirina gelê me ye û li hember îradeya jina azad e.”

‘Bes e ji bêdengiyê re êdî divê Tirkiyê werê darizandin’

Di dawiya daxuyaniyê de komkujiya Parîs bi tundî hat şermezarkirin, daxwaza cezakirina sûcdaran hat xwestin. Di heman demê de soza berdewamiya têkoşînê hat dayînû wiha hat gotin: “Gelê me nayê xapandin, her kes dizane ku ev komkujî li ser destê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker pêk hat. Em daxwaza edaletê dikin ku sûcdar werin darizandin. Em soza berdewamiya tekoşîna jina azad didin û em ê tola wan li erdê nehêlin. Em bang li raya giştî, saziyên navneteweyî û Hikûmeta Fransayê dikin ku ji ber sûc û kiryarên dijmirovî dewleta Tirk bidarizînin.”

Hesekê

Daxuyanî li Hesekê bi tevlibûna endam û rêveberên Kongra Star û saziyên civaka sivîl li ber navenda Kongra Star a Bajarê Hesekê ya li taxa Nasra hat dayîn û ji aliyê endama Kongra Star Nadîn Salih Remo ve hat xwendin.

‘Komkujiya Parîsê li dijî nirxên dayikê yên pênc hezar salan e’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komkujiya 23’yê Kanûna 2022’an a li Parîsê ji aliyê pergala mêr dewletê ve êrîşek li ser çand û nasnameya Kurd bû, di şexsê şoreşger û pêşenga jin Evîn Goyî de êrîşeke li ser têkoşîn û nirxên jina dayik a pênc hezar sal bû.

Di 9’ê Çileya 2013 an de jî li dijî 3 şoreşgerên jin Sakîne Cansiz û rê hevalên wê komkujiyek pêk hatibû ew komkujî berdewama komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bû, bi armanca şikandina îrade û îsrara jina azad bû.

Em weke Rêxistina jinan komkujiyên Parîsê weke komploya li ser vîna jinên azad bi nav dikin û bi tundî şermezar dikin. Van komkujiyan rê li ber berxwedan û fedakariya jinan negirt. Îro jin li tevahî cîhanê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li dijî pergala qirkirina gelan, li qadan in. Em bang li civaka navdewletî dikin ku rê li ber komkujiyên li dijî Kurdan bigrin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.