Di êrişên dewleta Tirk de yek jê jin 6 kes jiyana xwe ji dest dan

Dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê didomîne. Di êrîşa dewleta Tirk a ser Çapxaneya Sîmav xebatkara çapxaneyê Bêrîvan Zubêr jî di nav de 6 welatî jiyana xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk ji êvara 23’ê Kanûnê ve êrişên xwe yê qirkirinê li ser heremên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. 

 Li Qamişlo, Amûdê û Kobanê gelek cih hatin bombekirin. Di nav cihên ku hatine bombebarankirin de Weşanxaneya Sîmav, Kargeha Xwarinê ya Cizîrê, stasyona trenê û kargeha zeytûnan hene.

Hate diyarkirin ku di êrîşên li Qamişlo de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku dibe ku hejmara kesên jiyanax we ji dest dane û birîndar bûne zêde bibe. Hat hînbûn ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest daye xebatkara Weşanxaneya Sîmav Bêrîvan Zubêr e.