Ev roj ji bo gelek dayikan roja xemgîniyê ye

Dayikên ku her sal Roja Dayikan li ser gorên zarokên xwe pêşwazî dikin, ji bo ku îsal ji ber nexweşiya pandemiyê nikaribûn serdana xwe pêk bînin, xemgîn in. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Hava Kiran, diyar kir ku êşa windakirina zarokek ji ji bo dayikê nayê vegotin.

Navenda Nûçeyan - Îro Roja Dayikan e… Bi hezaran dayikên li Tirkiyeyê û bi taybetî jî li parêzgehên herêmê yên wekî Amed, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Wan, Sêrt, Riha û Êlihê, îro tê wateya roja ku êşa xwe bi kûrtir hîs dikin. Ji bo dayikên ku di bombebarana balafirên şer de zarokên xwe winda kirin, dayikên ku di komkujiyên Pirsûs û Enqereyê de zarokên wan hatin qetilkirin, dayikên ku di qedexeya derketina derve de li navçeyên wekî Cizîr, Sûr, Gever û Hezexê zarokên xwe winda kirin, dayikên ku  ji ber êrîşên bi salan e berdewam dikin, zarokên xwe winda kirin, dayikên bi hezaran girtiyên li girtîgehan, ên di salên 90'î de kesên wan di binçavan de hatine windakirin û bi hezaran dayikên ku em nikarin bihejmêrin, îro tê wateya  êş û rondikan..
Di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de hat damezirandin
Bi salan e, dayik ji bo misogerkirina aştiya mayînde û ji bo pêşî li êşa zarokên xwe bigrin têdikoşin. Li cîhanê, rêxistinên jinên ku daxwazên xwe di qadên giştî de bi nasnameya xwe ya dayikê tînin ziman, mînakên herî hevpar ên rêxistinên li Tirkiyeyê, Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê ne. Dayikên Aştiyê li Tirkiyeyê 40 sal in ji bo rawestandina şer û mirinê ketine rê, însiyatîfa xwe îlan kirin û ev meş 20 sal in didome.
40 jin bi laçikên xwe yên spî çûn Enqereyê
Bi armanca meşrûkirina daxwazên aştiyê yên di qada neteweyî û navneteweyî de, çalakiya yekem a Dayikên Aştiyê serdana wan a Enqereyê ya sala 1999’an bû. 40 jin bi laçikên xwe yên spî bi dirûşmên xwe yên "Ji bo xatirê yên mayî ", "Em dayik in û em alîgirên aştiyê ne" ji Amedê çûn Enqereyê. Diyarkirina armanca çalakiyê wekî çûyîna ji cihê ku êş herî zêde jê tê kişandin heya çavkaniya êşê ye, Dayikên Aştiyê ji rayedaran re got ku ew di ketina bajêr de civiyan ku ew dixwazin biçin serdana serokomar, serok û wezîran lê ji ber sedemên ewlehiyê destûr nedan ku ew biçin nav bajêr.
Serdana Fermandariya Giştî 
Yek ji çalakiyên herî berbiçav di raya giştî ya Tirkiyeyê de serdana ku wan di 2004’an de ji Serlêdana fermandariya Giştî ya wê demê Hîlmi Ozkuk re kiribû. 120 dayikên ji Stenbol, Amed, Êlih, Riha, Qoser, Sêrt, Nisêbîn û Dîlokê, wekî her carî, li serê wan laçikên wan ên spî û di destê wan de gulên spî hebûn. Tevî ku civîn çênebû jî vê serdanê di raya giştî de dîtbariya wan pir zêde kir. 
Ew ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzed hatin nîşandan
Di 2005’an de, yek ji Dayikên Aştiyê Muyesser Guneş, di çarçoveya çalakiya "1000 Jinên Ji Bo Aştiyê" de namzed hat nîşandan, ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê geşedanek zêde ji bo xuyangiya însiyatîfê kir. Di vê serdemê de, wan bi dezgeha xwe ya medyayê, kovara Barış, xebatên xwe bi raya giştî re parve kirin. Ev kovara ku êdî nayê weşandin, mîna rojnivîsek e ku tê de çalakiyên ji bo dîrokê tên tomarkirin...
Însiyatîfê wekî meclis riya xwe berdewam kir
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê di sala 2013’an de, wekî Meclisa Dayikên Aştiyê riya xwe berdewam kir. Di wan deman de dayikbûn an jî jin bûn şîdeta polîsan asteng nedikir. Carna ew li qadên mîtîngê, li ber deriyên girtîgehan, xwepêşandanên mertalên zindî û carna jî bi laçikên xwe yên spî di nava pevçûnan de sekinîn. Ew li erdê hatin kaşkirin, wan dan ber topan û rastî şîdeta zayendî hatin. Bi sedan endam hatin binçavkirin, di heman demê de bi dehan doz li her endamê hat vekirin. Hin dayik hatin girtin û ketin girtîgehan. Di demên kaosê de, dema ku tundî û tansiyon zêde dibe, wan her gav tevgera herî wêrek nîşan dan û bûn sembola aştiyê  "dayikên bi laçikên spî" yên li kolanan.
Têkoşîna 20 salan 
Beşek dayikên Tirk beşdarî vê tekoşîna ku bi 15 dayikan dest pê kir û 20 sal li pey xwe hiştin bûn. Her çend wan armanc kir ku hemî dayikên ji şer bi bandor bûne jî tê de bin, ew hem ji hêla pêşdarazî ve hem jî ji ber zexta li ser malbatên leşkerî ve bi sînor bûn. Rêya wan li Amedê bi 4 kesan dest pê kir, hejmara wan pêşî 7 bû û piştrê bûn 40 kes. Meclis bi demê re bi 17 bajaran re civiya.
Hava Kıran: Îro roja hîskirina êşa herî kûr e
 
Yek ji jinên di Meclisa Dayikên Aştiyê de, Hava Kıran a 66 salî, bi salan e li eniya herî pêş ji bo aştiyê têdikoşe. Dema ku li dijî Havva Kıran ku digel temenê wê yê mezin bi salan têkoşiya da ku dayik negirîn, şer bi dawî bibe û li welat xwîn neyê rijandin, bêhejmar lêpirsîn hatin vekirin, ew 5 caran hat binçavkirin. Em bi telefonê gihîştin Hava Kıran ku me ji ber nexweşiya pandemiyê nikaribû pê re hevdîtinan bikira û li ser wate û girîngiya Roja Dayikan me jê pirsî. Havva Kıran destnîşan kir ku ew bi salan e li van axan ji bo aştiyê têdikoşin û wiha got: “Em diaxivin da ku dayik negirîn û xwîn neherike. Em dixwazin dayik neçin ser gorên zarokên xwe û kes nemire. Dayik herî zêde êşê dikşînin û herî zêde ew mexdûr dibin. Bila kes ji bo aştiyê hêstirên xwe neherikîne. Divê dayik êdî bi fikar li benda sibê nesekinin. Îro Roja Dayikan e lê ji bo dayikên me îro ew roj e ku êş herî kûr tê hîskirin. Îro dayik ji ber şer cenazeyên zarokên xwe dispêrin axê û zarokên xwe winda dikin. Ji bo dayikek, êşa windakirina zarokek kûr e û ev êş bi salan kêm nabe. Divê ev zilm di demek zûtirîn de biqede. Em wekî dayik, tenê û tenê aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn biherike.”