Ev jî bû: Talîbanê Wezareta Jinê, kir Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê
Li Afganîstanê Talîbanê tabeleya “Wezareta Jinê” weke “Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” gûhert.
Navenda Nûçeyan- Talîbana ku rêveberiya Afganîstanê dagir kir, tabelaya “Wezareta Jinê” daxist û li şûna wê tabelaya “Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” daliqand. Di dîmenên li ser medya yê hatin parvekirin de, tabelaya Wezareta Jinê ya li paytexta Kabîlê tê daxistin û li şûna wê panoya li ser “Wezareta Dua, Rêberî û Teşwîq kirina Namûsê û Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê” nivîsandi bû, tê daliqandin.
Destur nehat dayîn ku jinên li Wezaretê dixebitîn bikevin avahiyê.