‘Etîk û estetîk pîvanên esasî yên jiyanê ne’
Endama Akademiya Jineolojî ya Kantona Qamişloyê Nofa Elî ji bo etîk û estetîk a ku yek ji mijarên ku Jineolojî li ser disekine got ku etîk û estetîk pîvaneke esasî ya jiyanê ye.
ROJ HOZAN
Qamişlo - Sîstemên kapîtalîst heya asteke bilind dixwazin bandora xwe li ser mêjiyê civakê bidin rûniştandin û berê ciwanan bide pêşketinên kepîtalîzmê weke model, makyaj, înternet û rêbazên din ên cuda. Xebatên lêkolîna beşa etîk û estetîk di zanista Jineolojî de ev nêzî salekê ye di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin. Her kanton di esasê xwe de navendên wê yên lêkolînê hene, rêbazên cuda di vê lêkolînê de têne pêşxistin bi rengekî komî bi saziyan re nîqaşên wê tên kirin û encamên wê tên girtin. Rêbazên din jî di nava civakê de ye mînak li cihê ku zêde kapîtalîzm û model lê bi pêş ketiye ev zanist lêkolîna xwe didomîne. Di heman demê de bijîşkên ku pêşketinên kapîtalîzmê diteyisînin û li ser mirovan didin bikaranîn bi wan re nîqaş bi pêş dikevin û tesbîtên vê zanistê bi encam dibin. Bi van rêbazan beşa etîk û estetîk dikaribû xwe bigihîjîne encamên baş di zanista Jineolojî de. Têkildarî beşa etîk û estetîk a ku yekem car di zanista Jineolojî de hatiye pêşxistin Endama Akademiya Jineolojî ya Kantona Qamişloyê Nofa Elî nêrînên xwe anî ziman.
‘Etîk û estekîk pîvanên esasî yên jiyanê ne lê ji rastiya xwe dûr ketine’
Nofa Elî qada etîk û estetîk weke pîvanên sereke yên jiyanê pênase kir her wiha bikaranîna wê bi rengekî şaş ji aliyê sîstema kapîtalîst ve şîrove kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Etîk û estetîk du peyvên latînî ne wateya wan bi Kurdî xweşikbûn û exlaq e. Ev herdu peyv jî pîvanên sereke yên jiyanê ne bê wan an ji rê derketina wan jiyan ber bi şaşîtiyan ve diçe. Ev herdu qadên bingehîn hewcedariya hemû civakê, mirovan, zayend û zindiyan pê heye lê ev qad bi kîjan rengî werin bikaranîn yan jî li ser çi esasan werin meşandin? Ya girîng ev mijar e. Sîstema kapîtalîst xwedî kûrahiyeke mezin e di aliyê bandorên xwe yên sereke li ser jiyan û mêjiyê civakan. Ji ber dema peyva kapîtalîst tê gotin hemû şêweyên jiyanê yên ji rê derketina tê bîra mirov. Di heman demê de qada etîk û estetîk xistina xizmeta berjewendiyên xwe yên qirêj de. Mînak vekirina fabrîqe û şîrketên herî mezin ji bo xweşikbûnê, tecrubeyên herî mezin li ser mirov û zindiyan ji bo ceribandina madeyên ku îhtîmala herî mezin encamên wê neyînî bin ev hemû ji rê derketina estetîk ji watedariya xwe ya rast e. Sîstem feydeyên arzan li ser rihê zindiyan qezenc dikin, ev hemû rêbazên kapîtalîzê yên bê exlaq in.”
‘Sîstema kapîtalîst şerekî nerm li ser civakê dide meşandin’
Nofa Elî bal kişand ser şerê sîstema kapîtalîst bi çanda civakan re û wiha domand: “Sîstema kapîtalîst ji bo li gorî xwe kiryarên der heqê mirov û zindiyan de bike, bi civakan dide qebûlkirin û şerekî pir nerm li ser civakê dide meşandin. Pîvanên xweşikbûnê didin guhertin mînak pîvanên xweşikbûnê di civaka me ya Kurd e pir bi qîmet in, wê dilnizmiya civaka me dide nîşandan. Mirov her çiqas bi exalq û zanist be ewqas xweşik dibe û xweşikbûna rast jî di terz, mêjî û danûsitandina mirov de ye. Di hemû cîhanê de pîvanên xweşikbûnê bûne yek, şikil û modêl yek in. Sîstema kapîtalîst çanda xwe di cîhanê de dide gerandin û hêdî hêdî dide rûniştandin. Bi vê mijarê ve girêdayî her civakek exlaqê wê yê taybet li ser mezin bûye heye ger mirov exlaqê xwe winda bikin dikarin tiştên cuda jî bikin. Ji bo wê em vê dibêjin kapîtalîzm her hewldanên wê hene ku li ser mêjiyê mirovan xwe bide ferzkirin û berjewendiyên xwe biparêze. Dema îro em li bernameyên medyaya dîjîtal mêze dikin, dibînin ku her tişt weke hev e û her kes jê bi bandor jî dibe ji ber li gorî mirovan ev tiştekî rehetî, xweşî û mirov dikare pê re bijî xuya dike lê ger mirov bi fikir û mentiq lê mêze bike em ê bibînin ka çawa şerê çekdarî bedena mirov tune dike, şaşbûna civakan li dijî etîk û estetîkê bedena mirovan di aliyê metafizîkî de tune dike. Her wiha mirovan ji çand, exlaq, ziman bi rêbazekî nerm dûr dixe.”
Pêwîstiya pêşxistina beşa etîk û estetîk di zanista jineolojiyê de
Nofa Elî pêwîstiya pêşxistina beşa etîk û estetîk di zanista jineolojiyê de anî ziman û wiha pê de çû: “Weke navenda jineolojiyê erk û berpirsyariya me çareserkirina pirsgirêkên civakê bi riya lêkolînan e. Di civakê de pir pirsgirêk hene hatine dîtin û lêkolînkirin lê tu çareserî ji wan re tune ye. Yek ji erkên me yên bingehîn hem lêkolînkirin e hem jî çareserkirina pirsgirêkan e, ji ber di civaka me de hewcedariyek heye. Di roja îro de jin û ciwan bi sedema bandorên kapîtalîzmê ber bi tehlukeyên mezin ve diçin û xwe winda dikin. Ruxmî çiqas şoreş li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûne, em dibînin kapîtalîzm rêbazên xwe yên şer diguherîne û berê xwe ji şerê çekdarî dide modêlê. Bi van rêbazan dixwazin çanda Kurdistanî bidin pişaftin, bi rehetî mirovan qezenc bikin û wan ji çand û kevneşopiyên wan bidin dûrxistin. Mebesta me jî wek navenda Jineolojiyê ew e ku me xwest em vê lêkolînê bi pêş bixin da ku hişyarî ji bo gel û ciwanên me çêbibe û nekevin xefka van sîsteman. Ya din em dixwazin bi van lêkolînên xwe rê li pêşiya sîstema kapîtalîzmê bigrin û dijberî wê mirovên xwedî çand û exlaq ava bikin.”
Rêbaz û xebatên ku ji bo lêkolîna beşa etîk û estetîk hatine pêşxistin
Nofa Elî bal kişand ser rêbaz û xebatên ku ji bo lêkolîna beşa etîk û estetîk tên meşand her wiha encamên vê lêkolînê wiha parve kir: “Rêbazên ku me di vê lêkolînê de dane meşandin cur be cur in. Me ne tenê rêbazek bi kar anî ji ber di nava zanista Jineolojî de rêbazên me pir in. Rêbazên ku bi taybetî ji bo beşa etîk û estetîk hatin meşandin komî bûn, me ji zarokên civakê heya mezinên civakê esas girtin. Di heman demê de ji hemû beşên civakê kesên zana û ne xwendevan, bi kesên ku di nava sazî û akademiyan de dixebitin re me lêkolînên xwe bi pêş xistin. Hem bi rêbazên pirsname weke pirs û bersiv, hem jî bi rêbazên atolye, hevpeyvîn, nîqaş, guftûgo û semîner ev lêkolîn hatin meşandin. Niha me lêkolîna xwe xelas kiriye û em di merheleya nivîsandinê de ne. Dema encamên wê bên derxistin mirov dikare bi rêbazên ku em bi kar tînin wek broşûr an jî pirtûk bi civakê re parve bike. Niha em bi mamosteyên dibistanan re destpêkê lêkolînên xwe parve dikin da ku destpêkê zarokên pêşerojên civakê li ser pîvanên exlaqî werin hînkirin. Di heman demê de wê bi sazî û dezgehên herêmê bi giştî re ev lêkolîn bên parvekirin.”