Esrîn Mihemedî şandin Girtîgeha Urmiyê
Aktivîst Esrîn Mihemedî a lêpirsîna wê dewam dikir hat girin û şandin Girtîgeha Urmiyê.
Navenda Nûçeyan- Her diçe li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrîşên ser jinên çalakvanên civakî zêde dibin, lêpirsîn û girtin didomin. Aktivîst Esrîn Mihemedî di 8’ê Çileya 2021’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê a rewşa Esrîn û girtiyên dinê dişopîne di derbarê Esrîn de agahî par kir. Li gorî agahiyan Esrîn a ji wê demê ve dibin çavan de lêpirsîna wê dom dikir hat girtin û şandin Girtîgeha Urmiyê.