Esîn Îzel Uysal: Jin bi awayekî pergalî tên qetilkirin

Nûnera KCDP’ê Esîn Îzel Uysal diyar kir ku jin ne bi awayekî komî, yek bi yek di encama tundiya bipergalî de tên qetilkirin û got: “Divê em hin zêdetir bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hembêz bikin, ji bo hilbirandina siyasetê hîn bêhtir hembêz bikin.”

ROJDA KIZIN

Navenda Nûçeyan - Tundiya li dijî jinan di nav pirsgirêkên ku li Tirkiyeyê ku ev demek e di rojeva hilbijartinê de ye. Ji diyarkirina dîroka Serokkomariyê û Parlamentiyê heta nîha bi taybetî partiyên di nava Tifaqa Cumhur de cih digrin, ne li ser çareseriya tundiya li ser jinê, bi polîtîka û axaftinên xwe yên dijmînahiya jinê ya zêdekirina tundiya li ser jinê bal kişandin.

Partiya Yenîden Refahê (YRP) û HUDA-PAR ku di nava Tifaqa Cumhur a ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve hatiye avakirin de cih digiin, ji  AKP û MHP’ê kêm neman û di propagandaya xwe ya hilbijartinê de bi awayekî vekirî polîtîkayên xwe yên dijmîna jinan anîn ziman. HUDA-PAR û YRP’ê di Hilbijartina 14’ê Gulanê de, bi parlamenterên xwe ku ji lîsteyên Tifaqa Cumhur derxistin dê di Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyê (TBMM) de polîtîkayên xwe yên dijmînatiya jinan bidomîne.

Dema ku rewşa meclisê wiha ye, jinen ji hunermendan heta rojnamegeran, ji şanogeran heta nivîskaran ji gelek pêkhateyan, ji bo  hilbijartina serokomariyê ya ku ji tûra duyemîn re ma bang deng dayîbn dikin. Nûnera Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Esîn Îzel Uysal, wêneya giştî ya tundiya li ser jinê, xwekuştin û mirinên bi guman ên li Tirkiyeyê û - hilbijartina serokomariyê ya derbasî tûra 2'emîn bû di warê jinan de xwedi girîngiyek çawa ye nirxand.

'Em bi parlamentoya herî bi paşverû ya dîroka welat re rû bi rû ne'

Esîn Îzel Uysal dest nîşan kir ku rewşa parlamentoyê jî girîng e û wiha got: “YRP û HUDA-PAR ketin meclîsê. Ew jî di nava dijmînatiya jinan de cihê xwe girt. Ew kî ne. Em behsa kê dikin? Yên di meclîsa heyî de YRP, HUDA-PAR cih digrin, yên ku dibêjin em ê tenê jin 2 dê jinên berê werin qebûlkirin', yên ku dixwazin temenê zewacê daxin 15 salî û hêj biçûktir, yên ku li dijî Peymana Stenbolê ya 6284'an derdikevin dê bikevin parlamentoyê. Û niha jî bi rastî jî dê bixwazin vê carê bi îmkanên hîn zêdetir, ji kursiya meclîsê wan tiştan vêbibêjin. Belkî di vê wateyê de ez dikarim bibêjim ku em bi parlamentoya herî paşverû ya dîroka welat re rû bi rû ne. Helbet ne tenê YRP û HUDA-PAR, îtîfaqa Cuhur jî dê wek blok di meclîsê de hebûna xwe bidomîne. Divê ev yek weke rastiyek wiha were dest girtin.”

‘Rewşekî me ku em bêhêvî bibin nîne’

Esîn Îzel Uysal da zanîn ku divê ev yek di warê jinan de ji  bêhêvîtiyê re rê veneke û lukseke wan ya wiha nîne, wiha axivî:

“Em bi salan e li vê erdnîgariyê ji bo rawestandina cînayetên jinan têdikoşîn, ji bo qanûna bi hejmara 6284’an, ji bo Peymana Stenbolê û heta ji bo rêziknameya 6284’an têdikoşin. Ji ber ku ez nizanim li ku derê mînakek wiha heye ez binê vê yekê xêz dikim. Lewma pratîkeke me ya têkoşînê ya bi vî rengî heye. Dema em di rojên siyasî yên wisa krîtîk û tevger re derbas dibin, nabe ku rewşekî me ku em sil bibin û bêhêvî bibin. Bi rastî ez dikarim wan wekî luksek terîf bikim.”

'Rizgarî û veguherîna civakî mimkun e’

Îzel Uysal diyar kir ku her roj jin tên qetilkirin, LGBTÎ+yan rastî cudakirî tên, dixwazin pêşiya zewaca di temena zarokatiyê de vekirin û wiha got: “Yên ku dikevin meclîsê ji niha ve nerehetiya xwe ya perwerdehiya hevpar tînin ziman. Ew ê ji kursiya parlamentoyê biaxivin, dê siyaseta xwe ya dijmînahiya jinan berdewam bikin, ji wan meclisan pêşniyarên qanûnê bidin û dê dixwazin destê xwe dirêjî mafên me bikin. Ji ber vê yekê divê di wêneyekî wiha de em hin zêdetir bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hembêz bikin, ji bo hilbirandina siyasetê hîn bêhtir hembêz bikin. Rizgarî û veguhertina civakî encax bi vî awayî mimkun bibe.”

‘Peymana Stenbolê wek fikrek di hefizaya hemû jinan de ye’

Esîn Îzel Uysal balkişand ku lê belê hêza rêxistinbûyî ya di destê wan de hem jin biçûk nebînin û hem jî tercûmeyên ku dijminên jinan wek ‘vê yekê ji aqlê xwe ji derbas nekin’ berhev kirine, wiha got:

“Di bibîrxistina pêvajoya Peymana Stenbolê de feyde heye. Her çend îmze hatibe betalkirin jî, li gorî min pir girîng e ku hemû jin Peymana Stenbolê wek fikrekê bi bîr bînin, naveroka wê bizanibin û fêrî qanûna hejmara 6284’an bibin. Zêdetirî 20 sal in em serketin ku gelek tevgerên hikûmetê vaal derbixin. Tiştên ku me winda kir çêbûn, lê me qezenc jî kir. Divê em ji tiştên ku me ji dest dane ders derxin û destkeftiyên xwe hîn zêdetir mezin bikin, têkoşînê bidomînin. Ji bo ku LGBTQ+’yan nebin hedef, jin bijîn û zarok bikenin berpirsyariyeke me ya wiha heye.”

'Ger di meclîsê de cîhê dijminê jinan hebe, dê em ê jî meclîsên xwe ava bikin'

Esîn Îzel Uysal, dest nîşan kir ku ger di meclîsê de cihê dijmînatiya jinê hebe dê berpirsyartiya zêdetir xwe bi rêxistin kirina jinan heye û wiha got: “Heta niha li gelek deverên Tirkiyeyê bi jinên ji nêrînên cihêreng re hatin cem hev û bi vî rengî me, Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, Meclîsên Jinan ava kirin. Li gorî min girîng e ku ji vir û pê ve berdewam bike. Em ê jî dê meclîsên xwe, kursiyên xwe ava bikin, me civînên li dar bixin û em ê rêyên vegotina siyaseta xwe ya ji civakê re bibin.”

'Dema em dengê xwe bidin Konca Kuriş û hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr bînin'

Esîn Îzel Uysal da zanîn ku wek jin dê di 28'ê Gulanê de careke din biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin azadiya xwe û bersiva pêwîst bidin û van tiştan anî li ser ziman:

“Em ê li dijî kê vê bersivê bidin, yên ku gotin divê 6284’an were rakirin, yên ku bi wan re îtîfaq kirine re bidin. Dema em deng bidin em ê Konca Kuriş bi bîr bînin, em ê hemû jinên hatin qetilkirin bi bîr bînin. Em ê bi hişmendiya newekheviya hemû jinan biçin ser sindoqan. Divê em zexta rejîma yek mêrî ya Erdogan ê ev 20 sal in li ser me û valahiya nefesê ji me re nehiştiye û ji bîr nekin û dive ji vê yekê rizgar bibin. Divê ji bo em yekmêrî bişînin, dengên xwe bidin namzeta li pêşberê wî Kemal Kiliçdaroglû Divê em ji bo xatirê welat vê bikin. Li gel wê jî divê em wek çawa ku di 14’ê Gulanê de xwedî li sindoqan derbiketin, dê di 28’ê Gulanê de jî bi berçavgirtina ewlehiya hilbijartinê wek wezîfedar û çavdêrê sindoqan erk bigrin û tevlî vê ewlehiya hilbijartinê bibin û xwedî li sindoqên xwe biparêzin.”

'Divê em jinên ji pêkhateyên cuda binîn li gel hev û pratîkekê ava bikin'

Esîn Îzel Uysal, dest nîşan kir ku têkoşîn û tecrûbeyên jinan pir bikêrhatî bûye û tucarî tune nebûye û wiha got: “Ne rast e ku demil dest benda guhertinek bin û ne mimkûne ne jî. ku mirov bi lezgînî li bendê bin. Ji ber ku newekheviya em behs dikin ne newekheviya ku tenê bi hikûmeta AKP’ê re avadibe ye, ez behsa newekheviya zayendî ya civakî dikim. Ji ber newekheviyek ku ji serdema herî destpêkê ya dîrokê ve domdor e, ya ku em hewl didin ji holê rakin pir kûr û piralî ye. Divê em jî li hemberî vê yekê, bi komkirina jinên pir ast, alî û beşên cudayên jinan, pratîkeke biafirînin.”

'Her pêvajoya siyasî ya nû neçar dike ku rêbazên têkoşînê nûjen bike'

Esîn Îzel Uysal dest nîşan kir ku  her pêvajoyek nû ya siyasî neçar dike ku hem rêbazên têkoşînê nûjen bikin û hem jî tercûbeyên nû berhev bikin û wiha got: “Ez difikirim ku rastiya cînayetên jinan û mirinên bi guman bi vî awayî ye. Ez dikarim vê yekê wiha mînak bikim. Ji rojê ku em platformê avakir heta îro em hewl didin ku hebûna cînayetên, tenê ji ber ku jinên ji ber zayendên xwe rastî tundiyê tên û wek qonaxa dawî qetilkirina wê ji civakê vebibêjin. Niha kesekî ku cÎnayetên jinan nizan e nîne, lê roja ku me dest pê kir hebû.”

'Divê civak li dijî mirinên bi guman bê polîtîze kirin’

Esîn Îzel Uysal, diyar kir ku niha hewl didin "mirina bi awayekî guman a jinan" weke diyardeyeke nû rave bikin û wiha axivî: "Divê civak têkildarî mirina bi awayekî guman a jinan jî bê polîtîze kirin. Ji ber ku dema jin tên qetilkiti, yan mirina wan tê xwestin bi navê întîharê bê veşêrtin an jî ji bilindahiyê dakevin, bêyî lêkolîneke bi bandor were destpêkirin ev mirin bi awayekî bi guman tê hiştin û rastî dernakeve holê. Mînak di meha Çileyê de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan û ger lêkolîna wan bi bandor bê kirin, dibe ku mirina xwezayî jî di nav wan de derbikeve. Dibe ku bi rastî jî krîza dil derbas kiriye, nexweşiyek wê heye, întehar kiriye an cînayet an jî cînayeta jinan be. Mijara ku em dixwazin balê bikişînin ser ‘mirina jinan bi gumanan tê hiştin’ ku ev jî pîvaneke din a newekheviyê ye. Lê ya ku di hişê me de îhtîmala cînayeta jinan zêde dike, helbet polîtîkayên hikûmetê û ev têkiliya newekheviyê ye.”

'Daneyên rojane tên manîpulatîf kirin’

Esîn Îzel Uysal behsa daneyên platformê kir û wiha got: “Li gorî daneyên me; di Nîsana 2023’an de 21 cînayetên jinan û 23 mirinên bi guman hat jiyîn, di meha Adarê de 23 cînayetên jinan, 19 mirinên bi guman, di meha Sibatê de 11 cînayetên jinan 12 mirinên bi guman hatin jiyîn. Mînak di sala 2022’an de jî 334 cînayetên jinan û 224 jî mirinên bi guman ên jinan hat jiyîn. Ne rast e ku meriv jê re bibêje 'rojê ew qas cînayetên jinan hat jiyîn', ew hinekî manîpulatîf dibe.”

Esîn Îzel Uysal, da zanîn ku Anit Sayaç daneyên mirina jinan ji wan digre, lê di daneyan de tevlihevî dibe û wiha axivî: "Mînak ji ber ku daneyên meha Çileyê di rojekê de tên ketin, ev dane zêdebûye tê dîtin. Tişta ku tevlî hev kirin dane bi yekcarî tê ketin û her wiha ev demek e me cînayetên jinan û mirinên bi guman ji hev vediqetînin. Çavkaniyên din bi vî rengî rave nakin. Hemû bi tevahî wek daneyên 'cînayeta jinan' derbas dibe an jî rewşên ku em wekî cînayetên jinan nehesibînin lê çavkaniyên din wê wekî cînayetên jinan bihesibînin çêdibe. Carna medyaya dijîtal jî ji hesabên cuda van daneyan parve bikin. Ez difikirim ku ew xapîner in.”

'Jin yek bi yek bi awayekî pergalî tên qetilkirin'            

Esîn Îzel Uysal, behsa li gorî çi pênaseya 'cînayetên jinan' dikin kir, gotinên xwe wiha domand: “Em bi bingeh girtina tegîhina Femîcîde daneyên xwe yên cînayetên jinan dikin rapor. Em ji her kuştina jinan re nabejin cînayet. Têgîhina Femîcîde vê yekê dibêje, ji embrîyo bigire heta fetus, ji pitik heta zarok, ji mezinan heta kal û pîr hemû zayendên jin,  tenê ji ber zayenda xwe an jî bi hinceta kirinên xwe yên li dijî nasnameya zayendî  ji aliyê mêran ve tên qetilkirin an jî neçarî întîharê tên kirin’. Ji ber vê yekê pêwîst e ku cînayetên jinan jî kuştina hemû zayendên jin were cuda girtin. Her çiqas ji ber newekheviya zayendî ya civakî neyê qetilkirin jî em nikarin jê re bibêjin cînayetên jinan. Em van hemûyan bi lêkolîn, nirxandin zirav parve dikin. Jin bi komî nayên qetilkirin, yek bi yek tên qetilkirin, lê di encama tundiya pergalî tên qetilkirin. Dema em dibêjin 'Rojê 5 jin tên qetilkitin' ya herî radîkal îfade nakin. Ev yek nîşan nade ku mijar tê girîngî dayîn. Em difikirin ku divê dema têgîhin tên bikaranîna bi baldarî were dest girtin. Ger tiştên ku em pê ne bawer bin, hewl didin ku wan teyît bikin. Em hewl didin ji çapemeniyê bigrib, malbata wê digerin û ji wir teyît dikin. Divê ye ku bi baldarî were dest girtin.”