‘Erk û berpirsyartiyên me avakirina pergala Netewa Demokratîk e’
Hevseroka Meclîsa Gel a wargeha penaberan a Mexmûrê Fîlîz Budak derbarê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wiha got: “Xebatên bên meşandin divê li derdora kombûyîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd be.”

BERJÎN KARA
Mexmûr - Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de kir, li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat deng veda. Di xala çareseriya pirsgirêka Kurd de jî her roj geşedanên nû diqewimin û li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyek nû destpêkir. Di 1’ê Adarê de jî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirbest îlan kir. Her wiha di 10’ê Nîsanê de endamên heyeta Îmraliyê û parlementerên DEM Partî’yê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan li gel serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hevdîtin pêk anîn. Li gel ku ji destpêka bangê heta niha di aliyê gelê Kurd de pêşketin rû dane jî, ji aliyê desthilatdariyê ve tu gavên şênber nehatine avêtin. Ango bênavber tevî agirbestê jî rojane êrîşên li ser gerîlayên azadiyê û gelê Kurd berdewam dikin. Ev yek jî dibe sedem ku di hişê gelê Kurd de guman ava bibin. Têkildarî pêvajoyê Hevseroka Meclîsa Gel a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Fîlîz Budak bersiv da pirsên me.
‘Şoreşa jinê wê pêşengtî ji şoreşa mirovahiyê re bike’
Fîlîz Budak bal kişand ser 5 rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Adara 1998’an de diyariyî hemû jinan kiriye û ev tişt gotin: “Partîbûyîna jinê, artêşbûna jinê ango xebatên ku gav bi gav daye destpêkirin, di kesayeta jina Kurd de îro ber bi gerdûnîbûnê ve diçe. Şoreşa jinê wê pêşengtî ji şoreşa mirovahiyê re bike, ango ev pêvajo êdî temam dibe. Her wiha mirov berhemên wê bi awayek şênber di asta Rojhilata Navîn, Kurdistan û cîhanê de dibîne.”
‘Erk û berpirsyartiyên me avakirina pergala Netewa Demokratîk e’
Fîlîz Budak derbarê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de kiriye, diyar kir ku bi wê bangê re ketine wê ferqê ku wek jin barê wan hîn zêdetir giran e û wiha pê de çû: “Ji ber ku emê pêşengtiyê ne tenê ji sedsalekê û şoreşa jinê re, ji xilasbûna xweza û mirovahiyê re jî bikin. Di vê pêvajoyê de erk û berpirsyariyên me zêdetirî xwe avakirina pergala Netewa Demokratîk e. Ji ber em bi pergal û ferasetê re şer dikin. Feraseta zilamsalarî ya ku hem di zilam hem jî di jinê de hatiye çandin pêwîst e em xwe jê xilas bikin. Ev jî, tenê bi zanista Jineolojî pêkane.”
‘Divê xebat li derdora kombûyîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bin’
Fîlîz Budak destnîşan kir ku yê ku bikare mirovahiyê xilas bike paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Ji ber ku mirovahî di pençê qirkirinê de ye. Rêbertî di parêznameya xwe ya 5’emîn de dibêje ‘parastina Kurdên di pencê qirkirina çandî de’ lê îro sîstema kapîtal a ku global dibe, giştî çandên netewên heyî di qirkirinê re derbas dike. Mirov bikaribe pêşî li vê bigre. Di Rojhilata Navîn de em bikaribin kêm netewên heyî biparêzin. Ev erk û berpirsyartiyên me jinan e. Ya ji dest hatî dayîn civakbûyîna me ye û em jin dikarin civakbûyînê bidest bixin. Em vê yekê jî tenê bi mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikarin pêk bînin. Ji bo wê xebatên ku em di asta cîhanê de bimeşînin, divê li derdora kombûyîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.”
Rêxistinbûnek li dora bîrdoziya rizgariya jinê
Fîlîz Budak anî ziman ku sîstema ku niha jin tê de dijî, bi temamî li dijî jinê ye û destnîşan kir ku yekane riya xilasbûna ji vê sîstema desthilatdar, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Fîlîz destnîşan kir ku divê jin kampanyayên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin xurttir bikin û wiha got: “Divê em di vê ferqê de bin, ger em vê carê wenda bikin emê mezin wenda bikin û emê bi qirkirinên ku di dîrokê de nehatine dîtin re derbas bibin. Rêbertî dibêje, ‘pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd girantir e, heta ku pirsgirêka jinê çareser nebe ya netewî jî nikare were çareserkirin’. Ji bo wê, divê em ji rêxistinkirinek fîzîkî zêdetir girîngî bidin rêxistinkirinek îdeolojîk. Wek jin çawa li dora dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ kombûyînek di asta cîhanî de ya jinan çêbû. Divê li dora bîrdoziya rizgariya jinê jî em rêxistinbûyînek cîhanî ava bikin. Ew rêxistinbûn divê bibe rê û rêbaza sereke ya azadiyê, bi taybetî jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ancax bi vî şêweyî em dikarin bi wî re xwe azad bikin.”
‘Dewleta Tirk di gav avêtinê de dudilî dike’
Fîlîz Budak diyar kir ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd dewleta Tirk neçar kiriye ku gavan bavêje û wiha berdewam kir: “Lê hê di wê gav avêtinê de dudiliyê dijî. Ji ber ku pergal û komara xwe ya ava kiriye, li ser esasê tunehesibandin û tunekirina Kurdan ava kiriye. Di civaka xwe de wisa daye fêmkirin ger ku Kurd tiştekî bidest bixin û hebûna xwe bixin bin ewlehiyê, ewê Tirk tune bibin. Ev 100 sal in ku perwerdeyên xwe, amûrên xwe yên medyayê, li ser vê bikar tîne.”
‘Tevî agirbestê jî dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne’
Fîlîz Budak bi bîr xist ku tevî agirbestê jî dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne û wiha got: “Em li vir behsa civaka aştî û demokratîk dikin, ew diçin êrîşî hilbijartinên beriya demekê hatine kirin ku gel bi îradeya xwe bijartiye, dike. Îradeya gel desteser dike. Ev ji bo pêvajoyên werin destpêkirin, xeter e. Bêbaweriya di gel de, hîn zêdetir dike. Ji ber wê yekê kiryarên dewletê yên niha dike, ji kê were pirskirin taybet wek gel, dibêjin baweriya me bi dewletê nayê. Ji ber ku kiryarên dike, li ber çavan e. Lê ya ku baweriya me pê tê, Rêbertiya me ye. Ji bo wê divê em têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin û riya revê ji dijmin re nehêlin.”
‘Heta niha gavek berbiçav ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin’
Budak di berdewama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Divê em wek tevgera azadiyê, gelê Kurd, dostên Kurdan û bi taybetî jî wek jin, barê pêvajoyê li ser milê Rêbertî nehêlin. Bi salan me ev yek kir, tevî ku Rêbertî di nava pergalekî îşkenceyê ya berdewamî de tê girtin, me barê hemû pêvajoyê avêt ser milê Rêbertî. Pêwîst e em vî barî siviktir bikin. Jixwe xeta ku niha dewlet li ser dimeşe ger wisa berdewam bike, wê dewlet wenda bike. Şert û mercên vê pêvajo û çareseriyê hene. Lê heta niha gaveke berbiçav ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin. Tenê hevdîtin çêdibin. Şert û mercên me yên sereke wek gelê Kurd û Tevgera Azadiyê, çareserkirina şer û mercên Rêbertiye ango azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Lê di aliyê hiqûqî û pratîk de gavek nehatiye avêtin. Ji ber wê çendê ji bo ku navek li vê pêvajoyê were kirin, pêwîst e azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bibe.”
Girîngiya avakirina Netewa Demokratîk
Fîlîz Budak wiha berdewam kir: “Deh hezaran girtiyên me hene, pêwîst e ji bo wan destgirtina rewşê were pêkanîn. Ew kedkarên azadî û şoreşê ne. Li aliyê din bi hezaran gundên ku hatin şewitandin hene, bi sedhezaran Kurdên ku koçberî cîhanê bûne hene, pêwîst e li ser vana werin nîqaşkirin û şênber protokolên ku werin îmzekirin hene ku em bikaribin bêjin pêvajo destpê dike. Heta niha ji aliyê Rêbertî ve her tişt tê kirin. Ev bi yek alî jî heta astek diçe. Wek tevger û gelê Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, kes bi pêvajoyê re tevnagere û li cîhê xwe ranaweste.”
Fîlîz Budak balkişand ser girîngiya avakirina Netewa Demokratîk û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev pêvajo ji bo gelê Tirk, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn wê bibe deriyek. Ji bo di asta cîhanî de sîstema Netewa Demokratîk bi awayek şênber were destgirtin jî, wê bibe pêngavek ji bo li gelek aliyên cîhanê. Gelên ku pêwîstî bi vê pergalê hene, bide avakirin. Ji ber wê pêwîst e hem dewleta Tirkiye hem jî dewletên ku li ser Rojhilata Navîn zextan dimeşînin û hêzên komploger, hevpeymana ku di wir de kirî divê ji holê rake ku mirov bikaribe bêje ew civaka aştî û demokratîk û banga Rêbertî beramberî xwe bibîne.”