Êrişên dewleta Tirk didomin: 6 welatî birîndar bûn

Êrîşên dewleta Tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta vê kêliyê berdevam dike. Di nav 24 dejimêran de di nav de jin û zarok, 6 hemwelatî birîndar bûn.

Qamişlo - Dewleta Tirk êrîşên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar kir. Ji 12’ê Çileya 2024’an ve heta vê kêliyê jî êrişî binesaziya herêmê, zeviyên petrol, stasyonên elektrîk û kargehan dike. Di encama êrişan de jin û zarok jî di nav de 6 welatî birîndar bûn.

Ji 12’ê Çileya 2024’an ve êrîş li ser Dêrik, TirbeSpiyê, Til Temir, Eyn Îsa, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo û gundewarê wan- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên keşfê û yên şer tên bombebarankirin.

Di nav 48 demjimêran de 56 êrîş

Di nav 24 demjimêrên derbasbûyî de artêşa Tirk a dagirker 6 santralên elektrîkê hedef girtin ku ev in:

Kobanê bû hedef û di encamê de elektrîk li bajar û 400 gundan qut bû.

Eyn Îsa di encama bombebaranê de elektrîka navenda navçeyê tevî 150 gundan qut bû.

Her wiha li navçeya Dirbêsiyê li ser depoyên genim, aş, embareke heywanan û maleke sivîlan hat armancgirtin di encam de jinek û 2 zarok birîndar bûn û birîna zarokekê ji wan giran e.

Zeviya petrolê ya Siwêdiyê ya Dêrikê jî zêdetirî 12 caran hat bombebarankirin û ji xizmetê derket.

Her wiha artêşa Tirk bi 3 êrîşan stasyona petrolê ya Odayê û parzûngeha Gir Pirê ya li navçeya Tirbe Spiyê jî hedef girtin, her wiha 3 rêbendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş ên li Kantona Cizîrê û 2 nuqteyên kontrolê jî li Eyn Îsa hat hedefgirtin. Di encama van êrîşan de 3 hemwelatî birîndar bûn.

Ji xwe li ser xaleke girêdayî leşkerên Hikûmeta Şamê jî êrîşek li Qamişlo pêk hat di encam de 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene.

Qamişlo di encama 3 bombebaran de elektirîka zêdetirî ji sedî 60 ji bajêr qut bû, ji bilî gundewarên rojhilatê bajêr ku herduyên herî dawî berî çend kêliyan pêk hat.