Erdhejzedeya Elbistanî: Kesî li deriyê me nexist negot hûn çawanin

Erdhejzede Ayşe Algas a piştî erdheja 6’ê Sibatê li mala ku bi derfetên xwe ava kiriye dimîne, dibêje “Em bi êşên xwe re tenê hatin hiştin” û tîne ziman ku di nav 2 salan de ji bo kewandina birînan tiştek nehatiye kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mereş – Roj 6’ê Sibata 2023’an, seat 04.17 bû. Erdhejek ku li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê bû sedema hilweşînên mezin, çêbû. Erdhêjên ku li Bazarcixa Mereşê bi pileya 7.7 û li Elbistanê bi pileya 7.6 pêk hat, li Sûriyê jî hat hîskirin. Erdhêj li 11 bajaran bû sedema rûxandinên mezin. Li gor daneyên fermî 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dan û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn. Lê tê texmînkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, ji daneyên fermî zêdetir e.

Li navçeya Elbistana Mereşê erdhêj bû sedema hilweşînek mezin û koçberiyê. Li navçeyê 2 hezar avahî hilweşiyan.

Nîvê Elbistanê koçber bû

Di ser erdhejê re 2 sal derbas bû, lê pêdiviyên erdhêjzedeyan hê nehatine peydakirin. Bi taybetî jî pêdiviyên bingehîn ên wek mal, tenduristî û xwarinê bicîh nehatine. Li navçeyê bi dehan kes di bin kavilan de mane, ji serma qerisîn. Cenaze bi piştevaniya tîmên dildar hatin derxistin. Li navçeyê di dema erdhêjê de germahiya hewayê di bin sifrê de 20 bû. Gel bi rojan neçar ma ku di konên li ser qeşayê hatine danîn de bimînin. Şêniyên navçeyê yên xwe spartin Mala Cemê, bi piştevaniya gel li ser piyan man. Bi kêmbûna destekan re jî, koçberiyek mezin destpê kir.

Li navçeyê erdhejzede li  taxa konteyniran dimînin, avahiyên erdhêjê tên çêkirin. Li navçeyê avahiyên ku zirarek mezin dîtine, hê jî li navendê hene. Qatên ku hatine hilweşandin jî ji aliyê Wezareta Guhertina Avhewayê, Hawirdor û Bajar ve bi biryara ‘ji nû ve veguhertinê’ wek qada rezervê hatin îlankirin.

Li navçeya ku dibistan perwerdehiyê didomînin, du nexweşxane xizmetê didin. Li gundên girêdayî navçeya ku nifûs lê kêm bûye, welatî li mal an jî bareqeyên ku bi derfetên xwe çêkirine, hewl didin li ser piya bimînin.

‘Em hatin jibîrkirin…’

Navçeya ku hewayek bi toz lê serwer e, hema bêje veguheriye bajaroka xeyaletan. Erdhêjzedeyên ku jiyana li navçeyê didomînin jî, li hember dijwariyên jiyanê têkoşîna xwe didomînin. Ayşe Algas a 56 salî, yek ji şerpezeyên erhejê ye. Ayşe ya ku gelek tiştên wê bûne qurbana erdhejê, li gundê Sevdîllî ye û terka gundê xwe nedaye. Ayse Algas di kêliya erdhêj çêbûye de li axurê bûye û bi derfetên xwe ji bin kavilan derketiye. Lê hemû çêlekên wê yên ku debara xwe pê dikir, di bin kavilan de mirar bûne. Ayşe tîne ziman ku di nav du salan de ne birînên wan hatine kewandin û ne jî êşên xwe jibîr kirine.  Ayşe bi gotina “Em hatin jibîrkirin” kurteya du salên derbas bûne û gazinên xwe anî ziman.

‘Xizmên min qerisîn û wiha mirin’

Ayşe Algas a behsa kêliya erdhêjê kir, wiha got: “Di erhêja ku bişev çêbû de tişt bi kesî nebû. Di erdhêja nîvro de em li axurê bûn. Her du axur jî bi ser me de hilweşiyan. Em bi derfetên xwe ji bin kavilan derketin. Me bihîst ku li navenda bajêr malbata min di bin kavilan de maye. Ew roj kesekî ku alîkariya me bike tunebû. Dora rojê jî tu kes tunebû. Me nekarî cenazeyên xwe derxin. Biraziya min qerisî û wiha jiyana xwe ji dest da. Piştî wê rojê em her roj mirin. Me cenazeyên xwe girt û em hatin gund. Gel alîkariya me kir. Ne dewlet hebû ne jî AFAD.”

‘Ev du sal in kesî li deriyê me nedaye’

Ayşe Algas a du sal bi zehmetiyên mezin jiyaye, li mala ku tenê odeyek wê heye û li gund wê bi derfetên xwe çêkiriye dijî. Ayşe Algas wiha behsa van rojan kir: “Ez li tiştên ku wê çaxê hatin serê me û yên ku em niha dijîn ji hev ne cuda ne. Hê mala me tune û hê jî kesî me tune. Her ku 6’ê Sibatê nêz dibe, ez kêliya erdhêjê ji nû ve dijîm. Ciwanên ku çûn, malbatên ku çûn, min xemgîn dike. Em çi jî bikin emê wê rojê jibîr nekin. Du sal derbas bû, lê hê kesî li deriyê me nedaye. Me û tiştên ku hatin serê me, ji bîr kirin.” Ayşe Algas destnîşan kir ku li gund digel nebûna pêdiviyên sereke pirsgirêka rê jî dijîn. Ayşe bi van gotinan nerazîbûna xwe ya li hember bêkesiyê anî ziman: “Ev du sal in avê neanîn vî gundî, rê çênekirin.”

‘Em bi êşên xwe re tenê hatin hiştin’

Ayşe Algas anî ziman ku erdhejzedeyên li gund dijîn hatine jibîrkirin û acisiya xwe wiha anî ziman: “Bi berxwedana li dijî êş û van bêderfetiyan, em gihîştin vê rojê. Em hem ji bin kavilan derketin, hem jî me cenazeyên xwe derxist. Îro jî em hewl didin bijîn. Însan carek hatin, carek din nehatin. Em nabêjin îlim bîlim piştgiriyê bidin me. Em dibêjin ji bo ku bêjin ‘hûn çawanin’ dikarin li deriyê me bidin. Di vê pêvajoyê de em bi êşên xwe re bi tenê hatin hiştin.”

Ayşe Algas anî ziman ku di 6’ê Sibatê de heman êşan carêk din jiyaye û got: “Ez qet naxwazim ew roj bê.” Gotinên dawî yên Ayşe Algaş, tevî hemû êş û wendahiyan jî, berxwedan bû.