Erdhejzede Nazîme dê vê zivistanê jî di konê de derbas bike!

Erdhejzede Nazîme Yalçinkaya diyar kir ku di nava 8 mehên derbasbûyî de hatine jibîrkirin û got: "Em ê brandaya din jî bavêjin ser konê xwe û vê zivistanê jî wisa derbas bikin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr – Di ser du erdhejên mezin ên ku navenda wan Mereş bû re 8 meh derbas bûn. Li Semsûra ku çêkirina malên erdhejê hê temam nebûne, hinek mexdûrên erdhejê di konteyniran de, hinek jî di konan de ji bo jiyanê têdikoşin. Li gel ku di peydakirina pêdiviyên jiyanê de bi taybetî ava vexwarinê zehmetî hene, mexdûrên erdhejê diyar dikin ku di vê pêvajoyê de hatine ji bîrkirin û bi tenê mane.

Nazîme Yalçinkaya yek ji mexdûrên erdhejê ye ku xwe amade dike vê zivistanê di kon de derbas bike. Nazîme Yalçinkaya, anî ziman ku piştî erdheja ewil 11 rojan di seyareyê de mane û li kona ku li erdeke vala daye û bi malbata xwe re ji bo jiyanê têdikoşe.

'Ev kon êdî bûye mala min'

Nazîme Yalçinkaya kona ku 8 mehan tê de mabû wek mala xwe dîzayn kiriye, di hemama ku bi derfetên xwe çêkiribûn û ji bo hewcedariya tuwaletê diçe cem cîranên xwe, li ser serpêhatiyên xwe wiha dibêje:“Ez naxwazim erdhej û piştî erdhejê çi qewimî bi bîr bînim. Em bi rojan bê mal û tenê man. Paşê em hatin vir û ji xwe re konek çêkir. Min kel û pelên xwe li vir hilgirt û ji kona xwe re deriyekî çêkir. Lê çi dibe bila bibe, ew wek malê nabê. Her tiştê me li derve ye. Di mehên havînê de ji ber germê em nikaribûn di konên xwe de bimînin, ji ber vê jî em çûn û di bin siya înşaetê de rûdiniştin.”

Daxwaza konteynirê bi şertê 'hûn ê li vir bimînin' hat kirin!

Nazime Yalçinkaya, diyar kir ku piştî erdhejê bi mehan li konteynirê geriyan lê nedîtin, ekîbên AFAD'ê ji wan re gotine ku bi şertê ku li bajêr bimînin dê konteynirê bidin wan. Nazîme Yalçinkaya, diyar kir ku tevî ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê nikare li cihekî qelebalix bimîne jî konteynirek cuda nedane wê û got: “Ne tenê em, bi mehan tu kesê nikaribû konteynirê peyda bike. Dema me çûn konteynir xwest, şertê 'hûn ê li vir bimînin' dan me. Min nexweşiya xwe rave kir û got ez nikarim li cihekî qelebalix bimînim ji ber ku ez ê mîkroban bigrim lê bersiv nedan daxwaza min. Em niha li vir dijîn. Me hîn konteynirek jî nedît.”

'Ez ji karê li vir pir westiyam'

Nazîme Yalçinkaya, anî ziman ku hemû barê konê li ser milên wê ye û gelekî westiyaye û wiha got: “Ez serê sibê radibim dest bi karê xwe dikim lê heta êvarê ancax diqede. Ez her dem li derve me ji ber ku her tiştê min li derve ye. Cilên xwe dişom û li kolanê radixînim. Tuwaleta me tune ye, me bi xwe hemama xwe girt. Me dîsa ji derve av anî. Nizanim çi bibêjim êdî em ji vê rewşê aciz bûne. Kes rewşa me napirse. Her kesê me ji bîr kir, em tenê man.”

'Em vê zivistanê jî li vir in'

Nazime Yalçinkaya, diyar kir ku hewaya bi toz û qirêj a li bajêr bandoreke giran li nexweşiya wê kiriye lê tiştek ji destê wê nayê û diyar kir ku şaredarî di vê heyamê de tedbîr negirt û av neda. Nazîme Yalçinkaya zivistana tê nirxand û wiha got: “Em zivistana par li vir bûn û niha jî li vir in. Em ê vê zivistanê brandaya din daynin serê konê. Em ê hewl bidin bi vî rengî hewaya sar derbas bikin. Kirêyên xaniyên li bajêr pir zêde ne lewma em nikarin mal kire bikin. Ev zivistan dê wisa derbas bibe, ez nizanim dê çi bibe."