Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê em bibin dengê Pexşan Ezîzî

Li dijî biryara darvekirina parêzvanan mafê jinan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî, Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê ragihand ku divê her kes bibe dengê Paxşan Ezîzî û hemû girtiyên din ên di girtîgehên Îranê de tên cezakirin.

Navenda Nûçeyan – Di 23’ê Tîrmehê de ji bo parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn. Pexşan Ezîzî ji sûcên bi îdeaya ‘li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye û endama ku serokê wê ketine nava komên serhildanê’ û ‘serîrakirinê’ tê tometbarkirin.

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê di derbarê biryara darvekirina ji bo parêzvanan mafê jinan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Beşek ji jinên çalakvan ên mafê mirovan ku li Îranê daxwaza maf û azadiya sereke kirine, rejîma Îranê tometên wek siyasî û kesî bi ser wan de sepandine. Li ser van tometan jî bi caran cezayên ne rewa ji bo wan hatine dayîn. Weke niha ew cezayê ku li ser çalakvana Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê Pexşan Ezîzî hatî birîn.

Bang: Bibin dengê Pexşan Ezîzî

Em wek jinên Başûrê Kurdistanê li dijî van cezayên ne rewa û ne dadperwerane ku ji aliyê dadgeha Şoreşa Îslamî ve tê dayîn in. Em ê li gel hemû jinên têkoşer û mafparêz dengê na û nerazîbûnê bilind bikin. Her wiha divê bi çalakiyên li hundir û derveyê Kurdistanê li dijî cezayên bi vî rengî heta astekê zêde bikin ku dadgeh û siyaseta rejîmê neçar bike ku van cezayan hilweşîne yan jî biguherîne.

Em bang li hemû sazî, dezgeh, partî û rêxistinên peywendîdar ên ji bo mafên mirovan û jinan dikin ku helwest hevbeş raber bikin û bi hişmendiya neteweyî ya bilind bibin dengê çalakvana jin Pexşan Ezîzî û hemû girtiyên din ên ku di girtîgehên Îranê de hatine mehkûmkirin. Bi darvekirina jinên çalakvan hemû civak tê darvekirin.”