Eniya Jinên Başûr: Divê her kes li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane raweste

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê li dijî hewldanên ji bo guhertina di Zagona Rewşa Kesane de daxuyaniyek da û got: “Ev yek metirsiyek cidî li ser mafên zarokan çêdike û jinan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêle.”

Navenda Nûçeyan- Hêzên Şîa yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo Zagona Rewşa Kesane pêşniyar kirin ku tê de mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin û rê li ber zewaca zarokên 9 salî vedike. Hiqûqnas û çalakvan dibêjin, zagon mafên jin û zarokan binpê dike û dibe sedema parçebûn û zêdebûna tundiyê di civakê de. Hewldanên ji bo guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê berdewam dikin û li hemberî wê jî nerazîbûnek tund ji bo rawestandin û bidawîkirina vê guhertinê heye. Di çarçoveya nerazîbûnan de Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê li dijî hewldanên ji bo guhertinên di Zagona Rewşa Kesane ya bi hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê de daxuyaniyek nivîskî dan.

Daxuyanî wiha ye:

“Hewldana yekalî ya sererastkirina Zagona Rewş Kesane li Iraqê, bala hejmareke berbiçav ji çalakvanên mafên mirovan kişandiye û bûye sedema dengên nerazîbûnan.

Zagona Rewşa Kesane ya li Iraqê ya bi hejmara 188 a sala 1959’an ji çend xalan pêk tê. Ev zagon hemû cureyên mafên weke; avakirina malbatê, lêçûn, xwedîkirin, mîras û telaqê digre nava xwe. Her wiha ya herî diyartir ku metirsiyê bi xwe re tîne jî zewaca di temenê 9 salî de ye ku kesek ji kîjan mezhebê be (şia yan sunî) dikare zewacê bike ku ev ji bo telaqê jî heman şêwe derbasdar e. Ev bi serê xwe metirsiyeke cidî li ser mafên zarokan çêdike. Ji ber ku li gorî zagonên cîhanî ya mafên mirovan, zarok keseke di bin temenê 18 salî de ye. Ji ber vê yekê beriya binpêkirina mafan, li vir balê dikşîne ser zayenda jinan, binpêkirina mafên mirovan ên zarokatiyê ye.

‘Divê nerazîbûn zêde bibe’

Ji ber vê yekê, em dengê xwe yê nerazîbûnê ji rayedarên pêwendîdar re bilind dikin. Ji ber ku em xwe di her temenî de, bi taybetî jin û zarokan li hemberî mafên her kesê û zayendê berpirsyar dibînin. Daxwaza me ew e ku pêşnûmeya guhertina Zagona Rewşa Kesane li Parlamentoya Iraqê ku ew proje ji aliyê parlamenterekî şiî ve ji bo pesendkirinê radestî parlamentoyê hatiye kirin, raweste. Bi hewldana çend kesan hê pêşnûme di parlamentoyê de nehatiye xwendin. Lê ev nayê wê wateyê ku metirsiyên guhertina zagonê ku bingeha wê zewaca di vê temenê biçûk de ye, bi temamî ji holê rabûye.

‘Divê her kes pêşî li zagonek wiha bigre’

Ji bo wê divê em hemû di asteke bilind a rêxistinî û kesayetî de li dijî vê pêkanînê xwe koordîne bikin. Ji ber ku ev guhertina di zagonê de, statû û hebûna jinan di hemû cihan de dixe metirsiyê û dê wan ji hemû mafên sereke bê par bike. Her wiha dê bibe sedema têkçûna derûnî û xirabûna tenduristiya ruhî.  Ev û gelek encamên metirsîdar ên din ku dê rû bidin divê hemû kes û aliyên di her asta siyasî û civakî ve van metirsiyan bibînin. Wê di dawiyê de bibe sedema civakek paşverû û felcbûyî. Zagonek wiha dê encamên neyînî yên me li jor behs kirin bi xwe re bîne. Divê her kes pêşî li guhertina zagoneke wiha bigre.

Careke din em bang li rewşenbîr, aktivîstên civakî, parêzvanên mafên zarok û jinan, sazî û partiyan dikin ku li dijî van hewldanên paşverû helwesteke cidî nîşan bidin û di vî warî de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”