Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1016’an de ye

Dayikên Şemiyê di hefteya 1016'an a çalakiya xwe de, li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn û gotin: “Em ê xwedî li mîrateya Dayika Berfo derkevin."

Stenbol- Dayikên Şemiyê di hefteya 1016'an de careke din li Qada Galatasarayê hatin cem hev û ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û di girtîgehan de hatin qetilkirin bipirsin dengê xwe bilind kirin û xwestin kujer bên darizandin. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13'yê Îlona 1980'an de hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê xwişka Hayrettîn Eren ê di binçavan de hat windakirin Îkbal Eren ve hat xwendin.

‘Hewldanên malbatê bê encam man’

Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Em li cihê ku Berfo û Fatma lê mane dipirsin; Cemîl Kirbayir li ku ye? Darbeya leşkerî ya 12'yê Îlona 1980'an li Tirkiyeyê birînên kûr vekir. Piştî Darbeya Leşkerî ya 12’yê Îlonê yekemîn bûyera windakirina di binçaven de li Qersê pêk hat. Xwendekarê Enstîtuya Perwerdeyê ya Qersê Cemîl Kirbayir ê 26 salî di 13'yê Îlona 1980'an de li mala xwe ya li gundê Okçu yê Erdexanê hat binçavkirin. Cemîl pêşî birin Alaya Leşkerî ya 247'an, piştî ku bi qasî hefteyekê li wê derê ma, sewqî Midûriyeta Polîsan a Qersê û dûre jî sewqî Enstîtuya Perwerdeyê ya Qersê hat kirin ku weke qereqol dihat bikaranîn. Malbata Cemîl Kirbayir di dema binçavkirinê de timî diçûn qereqolan û pêdiviyên wî bi cih dianîn û ji Cemîl peyamên 'Ez baş im, tiştê ku we şandiye min girt' digirtin. Lê piştî 8'ê Cotmehê dema malbat çûn girtîgehê ji wan re gotin, 'Kurê we reviyaye, careke din neyên rewşa wî nepirsin'. Giliyên sûc ên bav Îsmaîl Kirbayir û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bêencam man. Êdî ji Cemîl agahî nehat girtin.”

‘Cesareta hikumetê tunebû bi sûcên li dijî mirovahiyê re hevrû bibe’

Îkbal Eren bi bîr xist ku yek ji Dayikên Şemiyê Berfo Kirbayir a 103 salî ku li Qesra Dolmabahçeyê bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir, serpêhatiyên xwe ji Tayyîp Erdogan re vegot û got; "Beriya ku ez bimrim kurê min bibîne." Bi fermana Tayyîp Erdogan komîsyoneke lêkolînê hat avakirin û amadekarî hatin kirin û wiha domand: “Vê komîsyonê raporeke ji 350 rûpelan pêk tê amade kir û diyar kir ku Cemîl di binçavan de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye. Komîsyonê bi rapora ku amade kiribû re serî li Serdozgeriya Komarê ya Qersê jî da. Lê belê cesareta hikûmetê tunebû ku bi vê sûcê li dijî mirovahiyê re hevrû bibe. Piştî deh sal şûnde doz bi hinceta demboriyê hat girtin. Serlêdana parêzerên Komeleya Mafên Mirovan a ji bo betalkirina biryarê hat redkirin. Bersûc û berpirsyarên sûc di pêvajoya edlî de nehatin cezakirin.

Em ê mîrateya Dayika Berfo û Fatma Kirbayir a ku dest ji lêgerîna hînbûna aqûbeta Cemîl berneda, berdewam bikin. Em ê vê mîrateyê biparêzin. Em ê tu carî dev ji lêgerîna Cemîl û mirovên ku hatine windakirin bernedin. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Cemîl Kirbayir û kesên di 12'yê Îlonê de di odeyên îşkenceyê de hatin windakirin, daxwaza xwe ya pêkanîna edaletê bidomînin. Bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir piştî daxuyaniyê axivî û diyar kir ku êdî edalet nîn e û ku heta kiryar bên darizandin û aqûbeta windayan bên aşkerakirin dê li Qada Galatasarayê têbikoşin.

Herî dawî li qada ku ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin ji bo kesên di 12'yê Îlonê de di binçavan de hatin windakirin qerenfîl hatin danîn.