Endezyara çandiniyê: Enerjiyên alternatîf ji bo jinan riya debarê ye

Endezyara Çandiniyê Rîm El-Mûsewî da zanîn ku bikaranîna enerjiyên alternatîf ji bo pêşxistina jiyana jinên gund rolek mezin dilîze, gelek bi sûd e û dikare di warê aborî de serxwebûna jinan çêbike.

ÎXLAS EL-HAMRONÎ

Tûnis – Di nav kêşeyên jîngehî û aborî yên ku roj bi roj zêde dibin de enerjiyên nûjen weke çareseriya domdar ku zextê li ser jinên gundî kêm dike, derdikevin pêş. Ev enerjî di warê peydakirina avê, hêsankirina çalakiyên çandiniyê û afirandina derfetên jiyanê de gelek bi sûd e. Enerjiya alternatîf jiyana jinên gund bi pêş dixe, di warê aborî de bi serê xwe dibin.

Der barê bikaranîna enerjiyên alternatîf li gundan û bandorên wê yên li ser jiyana jinan de, endezyara çandiniyê û pispora zayendî Rîm El-Mûsewî ji ajansa me re axivî.

'Jinên gundan bi kêşe û zehmetiyan re rûbirû dimînin'

Rîm El-Mûsewî diyar kir ku jin di nava civaka rojhilatî de bi gelek kêşe û zehmetiyan re rûbirû ne û got: “Herî zêde ew bi zehmetiyên guherîna avhewayê re rûbirû dimînin. Ji ber ku di nava zeviyan de kar dikin berpirsyariya karên çandiniyê, mal, malbat û zarokan digrin ser milên xwe. Ev jî zehmetiyên wê dijwartir dike. Em dibînin ku jin ji mêran bêhtir kar dikin lê mûçeyan wekhev nagirin, jin ji mêran kêmtir digrin. Tevî hewldanên pêşxistina jiyana jinan jî ew rastî astengiyan tên."

'Enerjiyên alternatîf jiyana jinan hêsantir dikin'

Rîm El-Mûsewî bal kişand ser bikaranîna enerjiyên alternatîf û bandorên wan ên erênî li ser jiyana jinan û wiha got: "Enerjiya alternatîf di nav xwe de enerjiya rojê, enerjiya bayê, hîdroenerjî û biyoenerjiyê digre. Ev enerjî bikaranînên wan paqij in û tu ziyanê nadin hewirdorê. Ew rê ji me re vedikin ku em çareseriyan ji bo pêşxistina jiyana jinan bibînin. Jinên gundan ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê gelek ked didin, wek anîna avê, kişandina bi destan ji bîran. Gelek jin dikarin bi riya enerjiyên rojê projeyên xwe yên kaxan jî ava bikin ku ev dibe jêdera jiyana wan. Her wiha serxwebûna xwe jî dikarin îlan bikin. Bikaranîna enerjiyên alternatîf di pêşxistin û hêsankirina jiyana jinên gundan de gelek xwedî bandor e."

'Enerjiyên alternatîf bandorek erênê ser qada çandiniyê jî dike'

Rîm El-Mûsewî dest nîşanî sûdgirtina ji enerjiyên alternatîf kir û wiha pê da çû: "Em dikarin sûdê ji enerjiyên alternatîf bi hêsanî bigrin. Bi taybetî di warê çandiniyê de ku ew dibe alîkar ku av bi hêsanî bê peydakirin. Hebûna avê tê wateya îmkana avdana zeviyan, ajal û mirîşkan jî ku ev jî wek çavkaniya bingehîn a debara jinên gundî tê hesibandin. Tevlibûna jinan a pêvajoya bikaranîna enerjiya alternatîf rasterast bandorê li jiyana wan dike. Tecrubeyan îsbat kiriye ku hêza aborî ya jinan gelek girîng e û bikaranîna enerjiya alternatîf di vê warê de gaveke mezin e."

'Di gihandina elektrîkê de jî xwedî rol e'

Di dawiya gotinên xwe de Rîm El-Mûsewî tekez kir ku bikaranîna enerjiyên alternatîf ji bo elektrîkê jî gelek bi sûde û got: "Ji ber ku gihandina elektrîkê ji mezintirîn kêşeyên deverên gundewarî ye, îstîsmarkirina enerjiyên nûjen an alternatîf li wan deveran ji bo pêşxistina jiyana jinan gelek girîng e. Ji ber ku enerjiyên alternatîf bêdawî ne û bi berdewamî peyda dibin. Tûnis bi çavkaniyên xwezayî dewlemend e, ew dikare bibe çavkaniyek sereke ji bo pêşxistina jiyana jinan li gundan. Her wiha rola wê ya aborî û civakî jî dikare bi pêş bixe."