Endamên malbata Hanana Kyakjuri hatin girtin

Endamên malbata Hanana Kyakjurî ya ku di serhildana gel a li Îranê de hatibû qetilkirin, hatin girtin û nayê zanîn ku wan birine ku derê.

Navenda Nûçeyan – Bi nêzikbûna salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku bi pêşengiya jinan piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, zext û zordariya rejîmê her ku diçe zêdetir dibe.

Hat zanîn ku duh jî hemû ferdên malbata Hanana Kyakjurî ya di serhildanan de hatibû qetilkirin, hatine girtin. Xizmê Hanana Kyakjurî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir ku rayedarên Îranê dayika Hanana Kyakjurî, Masumeh Azarî, bavê wê Wehîd Kyakjurî û xwişka wê Hlîa Kyakjurî girtine û der barê sedema binçavkirinê de agahî nehatiye dayîn.

Di çalakiyên şermezarkirina zuhakirina Gola Urmiyeyê de hatin binçavkirin

Duh li bajarên Mîaneh, Tebrîz û Erdebîlê gelek çalakvanên ku Zuleyxa Ghazîzadeh jî di nav wan de bû, bi armanca şermezarkirina zuhakirina gola Urmiyeyê ji aliyê rayedaran ve hatin girtin. Nayê zanîn ku çalakgeran birine ku derê û sedema binçavkirina wan nehat hînbûn.