Endama Tevgera Goran: Li dijî fermanan yekîtiya jinan girîng e

Endama Tevgera Goran Sazgar Abdullah diyar kir ku serkeftina gelê Êzidî ji jinên cîhanê re bûye mînak û destnîşan kir ku divê jinên hemû partiyên siyasî bibin yek sîstemek yekgirtî ava bikin û li hemberî hemû cureyên êrîş û dagirkeriyê rawestin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- 74 ferman li ser gelê Êzidî rabûn û bi hezaran Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, ji cih û warê xwe hatin koçberkirin. Herî dawî beriya 9 salan di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li hemberî gelê Êzidî komkujî pêk hat û di wê komkujiyê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û jin û zarok bi saxî ketin destên çeteyên DAIŞ’ê. Piştî fermanê gelê Êzidî ji nû ve xwe bi rêxistin kir û bi xwerêvebirinê pergala xwe ava dike. Niha rêxistinkirina jinên Êzidî ji bo tevahî cîhanê bûye mînak. Endama Tevgera Goran û çalakvana jinan Sazgar Abdullah a der barê fermana 74’an a li ser civaka Êzidî axivî bal kişand li ser rêxistinbûn û têkoşîna jinên Êzidî û ji bo mayîndekirina destkeftiyên ku hatine bidestxistin banga têkoşîna hevpar li jinan kir.

‘Fermana 74’an li ber çavê cîhanê rû da’

Sazgar Abdullah diyar kir ku roja 3’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û tu caran nayê jibîrkirin û got: “Ev komkujiya ku li ser gelê Êzidî hatiye pêkanîn di dîrokê de tiştek wisa nehatiye dîtin. Çeteyên DAIŞ’ê bi kuştin û kolekirina jinan hewl dan gelê Êzidî tune bikin. Ev ne bûyera yekem e bi serê gelê Kurd ve tê û ji dîrokê ve heta niha gelê Êzidî rastî dagirkerî û komkujiyan hatiye. Lê belê di 3’yê Tebaxê de bi awayekî herî dirindane li ber çavên cîhanê destdirêjî li jinên Êzidî hat kirin.”

‘Heya niha jî êriş didomin’

Sazgar Abdullah da zanîn ku li her aliyê Kurdistanê Kurd her dem bi qirkirinê re rû bi rû mane û heta niha jî qirkirina li hemberî Kurdan bi dawî nebûye û got: “Niha gelê Êzidî jiyana nû ji bo xwe ava dike û xwe bi rêxistin kiriye. Di van deman de yekrêziya jinan roleke bi bandor e divê her neheqiya ku li hemberî jinan tê kirin, jin dengê xwe derbixin û li hemberî wê rawestin. Li her aliyê Kurdistanê tundiya ku li hemberî jinan tê kirin divê em weke doza xwe bizanin û piştgiriya jinan bikin.”

Banga têkoşîna hevpar

Sazger Abdullah destnîşan kir ku niha dema şoreşa jinan e, li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa herî mezin jin pêşengiya wê dikin û got: “Heta niha rejîma Îranê hewl dide jinan bêdeng bike û ji bo bêdegkirina wan serî li hemû rêbazan dide. Li Başûrê Kurdistanê her çendî beşek ji jinan di siyasetê de cih digrin jî lê belê ji ber siyaseta partiyan wisa bûye ku girîngî nedin mafên jinan. Ew serkeftina gelê Êzidî bi dest xistiye, ji jinên Kurdistanê  û cîhanê re bûye mînak. Weke destkeftiyên jinên Êzidî û Rojava, em jî weke jinên Başûrê Kurdistanê xebatê li ser dozên jinan dikin. Divê jinên hemû partiyên siyasî yekgirtî bin, da ku bikaribin kongreya jinan a neteweyî li dar bixin û sîstemek yekgirtî ava bikin, bi hev re kar bikin û li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê rawestin.”