Endama RJAK’ê Ronak Mecîd: Bi azadiya Rêber Ocalan aştî pêkan e
Endama RJAK’ê Ronak Mecîd der barê çalakiya greva birçîbûnê ya du rojan ku li Silêmaniyê dane destpêkirin de got ku bi awayek fizîkî azadkirina Rêber Ocalan aştî pêkan e.
Silêmanî – Li bajarê Silêmaniyê Komîteya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ bi hevkariya Tevgera Azadî bi tevlibûna nûnerên saziyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêz li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin.
‘Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e’
Çalakiya greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir û der barê çalakiya greva birçîbûnê de endama RJAK’ê Ronak Mecîd ku bi xwe beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûye wiha got: “Ez ji Silêmaniyê heta greva Îmraliyê silavan dişînim ji Rêberê Gelê Kurd re. Em nêzî 15’ê Sibatê roja komployê dibin. Dagirkeran di şexsê Rêber Ocalan de ev komplo li hemberî hemû gelê Kurd pêk anî. Me jinan di mehe Sibatê de dest bi çalakiyan kir û her wiha greva birçîbûnê li dijî tecrîda du rojan domiya. Em ê roja 15’ê Sibatê bi meşeke girseyî ji bo bi awayek fizîkî Rêber Ocalan azad bibe li dar bixin, ji ber azadiya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e.”
‘Dewletên zordest azadiya Rêber Ocalan qebûl nakin’
Ronak Mecîd bal kişand ser rewşa tecrîda girankirî û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Lê belê niha ev tecrîd girantir bûye, ev 23 meh in bi tu awayî xeberek em nagirin û rêxistina CPT’yê bersiva rast nade gel û parêzeran. Her çendî zagona mafê hêviyê ji bo hemû mirovan ku dibêje ger kes 20 salan girtî bimîne û temen ji 70 sal zêdetir be divê bê lêpirsîn were berdan heye jî nayê pêkanîn. Lê belê mixabin heta niha Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayek fizîkî nehatiye azadkirin. Em di zanîn li girtîgehê hemû cureyên îşkenceyê heye, bi taybetî îşkenceya derûnî. Ji derveyî wê jî di aliyê tendirustiyê de cihek xirab e. Her çendî zagona mafÊ hêviyê, zagoneke navdewletî ye jî nayê bicihanîn. Dewleta Tirk û hevkarên xwe ji zagonên mafên mirovan dûr in. Van zagonan li ser Rêber Ocalan sepandine, zagonek cuda ye û ceza tundtir dikin. Ji ber ku bi xwe dizanin bi awayek fizîkî azadkirina Rêber Ocalan wê aştî were Rojhilata Navîn.”