Endama RAWA’yê Shokoofeh: Talîban wê nikaribe jinan dîl bigre
Endama RAWA’yê diyar kir ku Talîban ev saleke jiyana cehemenê bi jinan dide jiyîn û got ku tevî hemû zextan jî dê Talîban nikaribe jinan dîl bigre û bi bîr xist ku tenê riya derbaskirina vê rewşê têkoşîna hevpar e.

BAHARÎN LEHIB
Kabûl – RAWA (Reveolutionary Association of Women of Afghanistan/Afganistan yekitiya jinên şoreşger) ku têkoşîna jinên di bin rêveberiya Talîban de dide meşandin. RAWA ku sistema ku polîtakayên dijmintiya jinan nîşan da û bi jinên di cîhanê re her dem di nava yekitiyê de ye.
‘Îdeolojiya Talîbanê dijmanatiya jinan e’
Shokoofeh da zanîn ku Talîban bi destdayîna ser rêveberiya welat jinan xistine bin zextê û wiha got: “Em jinên Afgan me salek jiyana cehenemê derbas kir.Talîbana ku rêveberiya welat desteser kiriye, hemû zilmê li ser jinan dide meşandin. Ji bo jinan di nava malê de hepis bike amûrên zextê bi kar tîne. Îdeolojiya Talîbanê dijmiatiya jinan e.”
‘Qadên jinan yên jiyanê tên tunekirin’
Shokoofeh da zanîn ku Talîbanê hemû qadên jiyanê li jinan qedexe kirine û wiha domand: “Hebûna jinan di qadên huner, werzîş, perwerde, siyaset û jiyana xebatê û gelek qadên din de hatiye tunekirin. Jin li hemberî hemû zextan têdikoşin, gelek jin hatin qetilkirin, yan jî di nava kolanan de rastî tundîtûjiyê hatin.”
‘Riya derketinê têkoşîn e’
Shokoofeh destnîşan kir ku piştî zextên ku tên kirin, ji gelê Afgan helwest bilind bûye û wiha got: “Gelê Afgan di ferqa wê de ku perwede çiqas girîng e, îro gelê me girîngiya zanistê dizane û Talîban wê tu caran wan dîl negire. Jinên Afgan û jinên zana û tu carî teslîmî tarîtiyê nabin. Tenê riya me ya derketinê têkoşîna me ya hevbeş e.”