Endama KCD’ê Jiyan rastî 6 sal ceza hat

Endama KCD’ê Jiyan Taş a ku ji ber xebatên xwe yên saziyê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” di hat darezandin 6 sal û 3 meh ceza girt.

Navenda Nûçeyan - Li endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Jiyan Taş bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Jiyan a ku ji derve tê darizandin beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Jiyanê Seda Zengin û Mahmut Vefa amade bûn. Dadger ji ber  xebatên KCD'ê ji bo jiyanê ji 7 heta 15 salî ceza xwest. 
Parêzer Seda Zengin diyar kir ku KCD platformeke zagonî ye û da zanîn li gelek welatan pêkhatinên wekî KCD'ê hene û got ku divê KCD wekî hêmana sûc neyê dîtin. 
Parêzer Mahmut Vefa jî anî ziman li KCD'ê lêgerîn hatiye kirin û lîsteyeke hatiye bidestxistin û darizandinên KCD'ê li ser vê lîsteyê diçe û got ku ew sûcên li dijî muwekîla xwe qebûl nake û daxwaza berata wê xwe kir. 
Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Jiyanê birî.