Encamên 14'emîn Pêşbirka Wênesaziyê ya Ceylan Onkol eşkere bûn

Şaxên Egîtîm Sena Amedê encamên Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol ku îsal cara 14'emîn hat lidarxistin, eşkere kirin.

Navenda Nûçeyan – Şaxên Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), encamên pêşbirka wêneyan a ku li ser navê Ceylan Onkol a 12 salî ku li navçeya Licêya Amedê dema heywanên xwe diçêrand bi hawana ji qereqola leşkeran hat avêtin jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.  Encamên pêşbirka wêneyan a ku 20'ê Mijdarê Hefteya Mafên Zarokan a Cîhanê de hat lidarxistin, li Şaxa Hejmara 2 a Egtim Senê bi civîna çapemeniyê hat eşkerekirin.

Sekretera Perwerdeyê ya Şaxa Hejmara 2 Ozgur Gunger Pekgul di daxuyaniyê de bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di 20'ê Mijdara 1989'an de Peymana Mafên Zarokan qebûl kiriye. Ozgur Gunger Pekgul destnîşan kir ku her çendî di ser peymanê re 34 sal derbas bûne jî binpêkirina mafên bingehîn ên zarokan berdewam dikin.

'Şer herî zêde bandore li jin û zarokan dike'

Ozgur Gunger Pekgul, bal kişand ku Peymana Mafên Zarokan ji aliyê Tirkiye û dewletên Rojhilata Navîn ve hatiye îmzekirin lê van welatan li ser xalên 17, 29 û 30’emîn ên peymanê îhtiraz kirine û got: “Rojhilata Navîn erdnîgariya ku pêşê lê nirxên civakî pêşketiye ye, lê niha yek ji cihên ku herî zêde mafên zarokan ji ber nakokiyên desthilatdariyê lê tên binpêkirin e. Di roja me de şerekî cîhanî yê ku hê nav lê nehatiye kirin heye û herî zêde jin û zarok tên qetilkirin."

‘Mafê jiyanê yê bi deh hezaran zarokan ji destên wan hat girtin’

Ozgur Gunger Pekgul diyar kir ku di şer û pevçûnan de mafê jiyanê yê bi deh hezaran zarokan ji destên wan hatiye girtin û wiha domand: “Her ku şerê li herêmê zêde dibe, sûcên li dijî zarokan zêdetir dibin û bi taybetî jî mafê wan ê jiyanê bêhtir tê binpêkirin. Êdî em demeke wisa dijîn ku kuştina zarokan bûye tiştekî ji rêzê. Weke Şaxên Egîtîm Sena Amedê, ji ber 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê me Pêşbirka wênesaziyê ya Ceylan Onkol li dar xist. Ceylan Onkol jî yek ji wan zarokan bû ku mafê wê yê jiyanê hatibû binpêkirin. Mîna Enes, Abdullah, Ugur, Umut, Berkîn, Cemîle, Berat û gelek zarokên din...”

‘Ne kiryar ne jî çek hat dîtin’

Ozgur Gunger Pekgul bi bîr xist ku Ceylan, di 28’ê îlona 2009’an de dema pez diçêrand, di encama guleya hewanê de hatiye qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Lê ne kiryarên wê û ne jî topa gule jê hatiye avêtin hatin dîtin. Dozgerê ku ji bo lêkolînkirina bûyerê hatibû peywirdarkirin, neçû cihê bûyerê. Ne der heqê dozger de ne jî Qereqola Tapan Tepeyê de tu lêpirsîn nehat vekirin. Em van sepanên li dijî zarokan qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Banga me ji bo îqtîdara AKP’ê ew e ku tavilê dev ji van polîtîkayên li dijî mirovahiyê û rûreş berde.”

6 zarok ketin dereceyê

Ozgur Gunger Pekgul destnîşan kir ku di pêşbirka îsal a 14’emîn de di nava dibistanên seretayî de Lîza Ay, Ciwan Çîftçî û Havîn Çîçek û di nava dibistanên navîn de jî Hafsa Huzmeye Ozcan, Lara Îbrahîm û Elîf Demîr ketine dereceyê.