Enahîd Qesebiyan: Di parastina mafê gelan, ol û baweriyan de Hevpeymana Civakî mînak e

Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan destnîşan kir ku di avakirina Sûriyeya nû de pêwistî bi rola jinê û parastina hemû ol, bawerî û pêkhateyan heye. Enahîd got ku ji bo vê yekê jî, Hevpeymana Civakî mînak e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê, cara yekem di sala 2014’an de Hevpeymana Civakî pejirand û 3 car ji nû ve sererast kir. Piştî guherînên ku hatin kirin, herî dawî di 12’ê Kanûna 2023’yan de careke din Hevpeymana Civakî hat pejirandin û li gorî hemû gel û cudahiyên li herêmê hat amadekirin. Jin di Hevpeymana Civakî de xwedî teybetmendiyek in, hejmara wan di komîteyê de ji sedî 50 ye. Di her qadê de ewê cih bigre û xwedî maf be. Di heman demê de ji bo amadekirina Hevpeymana Civakî ya Jinan jî kar û xebat dihat kirin.

Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan bal kişand roja jinan di avakirina Sûriyeya nû de û got ku di mijara parastina hebûna jin, gelan û tevahî baweriyan Hevpeymana Civakî nimûne ye.

‘Pêwîstî bi destûrek demokratîk heye’

Enahîd Qesebiyan tekez kir ku di Şoreşa Rojava de hemû pêkhateyan bi hev re li hember sîstema desthilatdar têkoşîn û berxwedanî meşandine û niha dema parastina deskeftiyan e. Enahîd wiha got: “Şoreş bi pêşengiya jinan destpê kir. Di hundirê vê Şoreşê de, derfet ji hemû pêkhate, ol û mezheban re hat dayîn ku di bin sîwana Rêvberiya Xweser de azad bijîn. Şoreşek ku Jin birêve bibe, pêşengtî jê re bike, bê guman ew Şoreş dê biserkeve û sîstema birêvebirina wê Şoreşê bi rengekî wekhev û azad were meşandin. Jinên Ermen jî, para xwe di vê şoreşê de girtin û me bi hevgirtina pêkhateyan gelek deskeftiyên pîroz bidest xistin. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Hevpeymana Civakî ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêvberiya Xweser ve hate pêkanîn. Hevpeyman li ser esasê azadiya jinê, wekhevî û parastina hemû ol, mezheban û mafê her pêkhateyî hat meşandin. Niha di hemû dewletan de destûr hene. Li gor wê destûrê jî destûr ne demokratîk in. Destûr li gor berjewendiyên desthilatdaran tê nivîsandin, lewma jî ne li gor berjewendiyên civakê ye. Lê Hevpeymana Civakî, civak bi xwe ye. Ew qedera xwe bi destê xwe dinvîse û diparêze. Li ser vê esasê dibêje ku em çawa dikarin bi hev re wek civak, netew, ol û bawerî û li gor heqîqeta xwe ya herêmê bijîn û ji hev hez bikin.”

‘Bê rola jinê Sûriyeke dubare tê avakirin’

Enahîd Qesebiyan diyar kir ku li Sûriyê rê li ber maf û pêşketinên jinan tê astengkirin û wiha anî ziman: “Destûra nû ya Sûriyê, gerek demokratîk be û mafê her netew, ol, mezhebê were parastin. Îro sîstema ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat meşandin, deskeftiyên ku hatin bidestxistin, mînaka herî berbiçav e ku sîstemek serkeftî ye û mafê her kesî di aliyê netew, ziman, çand û ol de diparêze. Di destûra nû ya Sûrî de gerek azadiya jinê misoger be. Ji ber ku yê hişt civak bighê asta ku Sûriyê bighîne pêvajoya ku ji sîstemên desthiltdar xelas bibe, jin e. Ger mafê jinê tê de neyê parastin, dê Sûriyeke hilweşandî be. Ev 5 hezar sal in ku jin di bin desthilatiyê de bû, bi saya şoreşa Rojava û bi ked û tekoşîna domdar a dîrokî ya jinan, îro jin di Bakûr û Rojhilatê Sûrî de xwe ji koletiyê xelas dike, lê ne di tevahiya Sûriyê de. Li Sûriyê rê li ber pêşengî, maf û serhildana jinan tê girtin. Lewma em dibînin ku sîstema ku tê de jin bê rol, maf û pêşeng be, ew sîstem wê hilweşe û dê Sûriyeke dubare ji binpêkirin, koletî, ne wekheviyê bê avakirin.”

Feraseta qirkirina gelan bi riya olê li Sûriyê dubare dibe’

Enahîd Qesebiyan destnîşan kir ku feraseta qirkirina gelan bi riya olê berdewam dike û wiha got: “Bi destpêka Şoreşê re çeteyên DAIŞ’a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn birêxistinkirin û şandin, bi rengekî hovane û bê ehlaqî ol û baweriyan kirin hedef. Li hemû gundên Aşûrî û Ermeniyan dêr û goristanên wan dihatin rûxandin û şewtandin. Îro piştî hilweşandina Rêjîma Esed li Hemayê dîrok xwe dubare dike. Gelek dêr, goristan, dara sersalê hatin şewtandin û rûxandin. Em dibînin ku feraseta qirkirina gelan bi riya olê dubare dibe.”

Çima hemû netew Rêveberiya Xweser dipejrînin?

Enahîd Qesebiyan balkişand ser sîstema Rêveberiya Xweser ku mîna sîwana parastina mafê gelan tê dîtin û wiha got: “Sîstema Rêveberiya Xweser ango em dikarin bêjin hevpeymana civakî ya ku hat nivîsandin, mafê her netewî parast. Îro li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê yên ku di bin sîstema Rêveberiya Xweser de tên birêvebirin, rêzdarî, hezkirin, hevdûqebûlkirin û parastina mafan heye. Lewma her pêkhate vê sîstemê dipejirîne. Şoreş çima hat avakirin? Ji ber ku gel ji ber sîstemên fetisandin, bê maf, koletî û komkujiyan nema qebûl kir, lewma Sîstema Rêveberiya xweser mîna sîwana parastina mafê gelan hat dîtin. Em dixwazin dema destûr were nivîsandin, destûrek ji aliyê gelê Sûrî ve bê nivîsandin, mafê her netewek tê de were parastin û azadiya jinê esas bê  girtin.”

Enahîd bang li hemû rêxistinên jinan kir û got ku : “Fikir û felsefeya xwe bighînin hemû jinên li Sûriyê, da ku em bikaribin Sûriyeke azad û demokrat ava bikin.”