Emîne Şenyaşar: Yên qetluam kirin serbestin

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku 26 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digirin, diyar kirin ku heta edalet pêk were ew ê têbikoşin û ji hemû rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan daxwaza piştgiriyê kirin.

 
Riha -Xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14'ê Hezîrana 2018'an de dema eznaf ziyaret dikirin, li dikana Hecî Esvet Şenyaşar êrîşî wî û lawê wî kiribûn. Di êrîşê de bav û 2 law kuştin û 2 law jî birîndar kiribûn. Piştî bûyerê lawê wan ê birîndar Fadil Şenyaşar girtin. Di 2'ê Nîsanê de 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê 37 sal ceza li Fadil Şenyaşar birî. Piştî 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birî û 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî, Ferîd Şenyaşar ê duh tev li danişîna dozê bû bertek nîşanî biryara dadgehê da. 
Parve bike: